Rojava bi siûd bû ku di hembêza xwe de du rojnamegerên ku îro li cîhanê bi şehadeta xwe deng vedane hewand û jê re dergûşî kir. Cîhan û Nazim rojnameger bûn, parêzvanên dozê û heqîqetê bûn. Di oxira wêne, dîmen û nûçeyeke bi rêya wan rastiyê ji raya giştî re ragihînin de û ji bo ku şerê taybet ê ku bi rêya çapemeniya şer tê meşandin vala derxînin canê xwe feda kirin. Rojnamegerên wisa bûn ku di ferhenga jiyana wan de tirs nebû, bê dudilî bi ser bûyerên herî xeternak de diçûn. Xemgîniya me ji ber vê yekê ye ku me wekî çapemeniya jin û çapemeniya azad YRJ û YRAyê du stûnên ku di dîrokê de kêm tên dîtin winda kir. Windahiya wan windahiyeke mezin bû, hem di warê hevrêtiyê hem jî di warê çapemeniyê de.
Hilma xwedawendên serdema nû
Ev şoreşa pîroz û dîrokî hêja ye ku di oxira wê de bedelên giran bên dayin. Di oxira her bihosteke vê axê de bi hezaran şervanan canê xwe ji dest dane. Şervanên bêhempa di oxira rizgariya axa xwe de canê xwe ji dest dan û rêya berxwedana bêdawî hilbijartin. Ev di objektîfên rojnamegerên ku bi nêrîneke azad û hevpar ew kêliyên berxwedanê belge dikirin û bi Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê re parve dikirin xuya dibû. Şervan bi çeka xwe, Cîhan û Nazim jî bi kameraya xwe, herdu aliyan bi rê û çekên cuda Şoreşa Jinan parastin û di oxira wê de xwe kirin fedaîyên vê serdemê.
Ji hevrêya me ya qedirbilind û hêja re
Cîhan ji hilma xwedawendên serdema nû dihat. Ji dil û bêyî ku diltengiyê bijîn, bi asoyên fireh û nêrîneke azad û bi wîjdaneke ku tu car poşmanî nedijiyan ji cihê rastî bûyer bi zelalî radigihandin. Rojnamegerî pîşeyeke ku exlaq û wijdan dixwaze ye. Hevrêyên me jî di kesayeta xwe de ev pêk anîbûn û bi vê yekê jî xebata xwe dimeşandin.
Cîhan Bîlgîn yek ji stûnên YRJê bû, pêşenga felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’yê bû û sembola hevrêtiya ku dê qet neyê jibîrkirin bû. Cîhan Bîlgîn ji belavkirina rojnameyê heta xebatên ajansê, li qada bakurê Kurdistanê û Rojava di navbera herdu aliyan de -ku di warê erdîngariyê de sînoran ew ji hev veqetandibûn- hevgirtineke qewîn di deng û hestên wan de da çêkirin. Ne tenê ev, di hevparbûna jiyana di navbera pêkhateyan de jî dikarîbû bi rêya çîrokên ku digirt dest hevgirtinê xurtir bike. Di navbera pêkhateyan de bi rêya xebata ku dikir dikarîbû hezkirinekê bide çêkirin û rê li ber tundiyê û şerê mezheban bigire. Di vir de exlaq zelal dibe. Bi zanîn û hêza xwe baskên wê yên azadiyê mezintir dibûn. Ne wekî rojnamegerên din ên ku civakê tejrîk dikin û wan li dijî hev sor dikin.
Em vê yekê bi awayekî piştrast dikarin bibêjin ku hevrê Cîhan di avakirina nêrîneke hevpar a jinan de li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kurdistanê heta Navîn û Cîhanê de, xwedî ris û misyoneke girîng bû. Di nûçeyên xwe de banga yekîtiya jinan dikir û hewl dida ku fikrên jinan bîne cem hev ku bikaribin konfederalîzma demokratîk a jinan ava bikin. Ji bo mayindekirina aştî demokrasî û azadiyê, ji bo parastina Şoreşa Rojava ya bi xwîna şehîdan û xwedawendên serdema nû hatiye avakirin û jê re bi hezaran qurbanî hatiye dayin, Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn heta kêliya dawiyê di nav liv û tevgerê de bûn, da ku dengê rastiyê hê bêhtir bilind bikin û rastiyên li ser erdê parve bikin. Karwanê hevrêyên me dirêj dibe, rêwîtiya me jî bi şehadeta her hevaleke/î me hê bêhtir bi îsrar didome. Cîhan û Nazim bûn dengê berxwedêr û pêşengan, bûn dengê civaka xwe ya xwedî pirreng û pirziman, bûn dengê çanda gelêrî û dengê mezlûm û bêdegan jî.
Cîhan dizanibû li ku ye
Em gelek bi siûd in ku me dikarîbû hevrê Cîhan nas bikin û ji nêzîk ve bi hev re bixebitin. Di dema xebata li gel wê de cihê westandinê nebû, enerjiyeke wê ya herikbar hebû, mirov lê matmayî dima. Lewra gava ku em dibêjin windakirina wê di qada çapemeniyê de windahiyeke mezin e em baş dizanin ku me çi winda kir. Lêgerîna wê ya li heqîqetê tijî strî bûn, lê belê ruxmî hemû zoriyên jiyanê û dagirkerên ku mirovahiyê nas nakin dikarîbû meşa xwe dewam bike. Tu caran pêşî li şikestina derdora xwe venekir, ji ber ku cihê ku ew lê bû civat hebû, nîqaşên dîrokî heta siberojê dê çi bibe hebûn. Cîhan di pêşbîniyên xwe de derbarê rewşê û guhertinên ku herêma me û giştî Rojhilata Navîn tê re derbas dibû de bi hêz bû. Cîhan dizanîbû li ku ye, dizanîbû ku pêvajoya heyî çi jê dixwaze û ya herî girîng jî rojnamegereke wiha bû ku di qada siyasetê de siyasetmedar bû û di qada leşkerî de jî wêrek bû, di çavên wê de tirs nebû.
Bi hêviya hevdîtineke nêzîk bi hevrê Cîhan re; ji ber ku me berê jî soza vê rêya pîroz û bi nirx dabû ku ger şehadetek çêbibe teqez divê ku bi hev re be, lê belê herçiqas Cîhan çûbe û ez mabim jî heta kêliya dawiyê ez ê şopdarê rêya wê bim ku di dawiyê de em careke din hev bibînin. Ji ber ku qet nedihizirîm ku Cîhan dê şehîd bibe û ez ê bijîm, her me ev digot ku ger şehadetek hebe dê bi hev re be. Lê belê ew çû û ez mam, ev nayê wê wateyê ku her tişt li vir qediya! Em man ji bo ku em rêya wan a pîroz bişopînin, wekî ku çawa wê rêya Gurbetelî Ersoz şopand.
Divê doz bên vekirin
Bi hêvî û bendewariya hevdîtina mezin a bi hevrê Cîhan re dijîm. Li vir, daxwaza me wekî rojnameger ew e ku em bi giştî rêya hevrêyên xwe bişopînin, wan di xebata xwe de bi bîr bînin û berê objektîfên xwe bidin rastiyan û li heqîqeta ku dagirkerên tirk dixwazin di siyê de bimînin derxînin ronahiyê. Ev erka me ye, em erka xwe baş bi cih bînin. A din; divê ku em xebateke wiha bi çapemeniya derve re bimeşînin ku zextekê li polîtîkayên Dewleta Tirk a ku mafên rojnamegeran binpê dike û rêzê ji hiqûqa navdewletî ya parastina rojnamegeran a di qadên şer de nagire bike. Pêwîst e ku doz bên vekirin, mafê hevrêyên me bên standin û Dewleta Tirk ji ber van sûcan bê cezakirin, da ku careke din cesaret neke rojnamegerên kurd bikuje.
Pêwîst e ku hemû rojnamegerên cîhanê di kuştina rojnamegerên kurd Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan de kuştina xwe jî bibînin, bêdeng nemînin û bizanibin ku ev êrîşeke li ser wan e jî. Divê ku dengê xwe li dijî zilma ku dibe bikin yek û ji rojnamegerên Kurdistanê bibin palpişt. Rojnamegerî karekî wiha kolektîf e ku her kes bi hev re dike û bi encameke baş bi dawî dibe. Di vir de jî divê ku nêrîn û dengê rojnamegeran jî yek be, bi hev re bin û piştgiriya hev bikin. Divê rojnameger ne tenê bibin dengê civaka xwe, divê ku bibin dengê maf û dengê hevrêyên xwe yên ku tên kuştin jî û hesabê jî bixwazin. Hesab neyê xwestin dê karwanê hevrêyên me dirêjtir bibe û rê li ber kuştin û komkujiyan neyê girtin.