Wexta babet ji bergeha mirinê derdikeve û li rex hev rêz dibe, muzîka ku pêşbîniya sermedî ya mayindebûyî dike; teseliyekê dide û hundirê zemanê nevedîtî yê ji mirina talî dûr disekine, dadigire.
Theodor W. Adorno
Ji bo çûyinê gava min amadekariya xwe dikir dilekî min jî digot: “Lo, her der girtî û ji xwe ezman jî kelogirî… tu yê niha herî çi bikî? Lê dîsa hevalê min ez vexwendibûm, nedibû, her wiha eyb bû! Min şêwirmendî kiribû û diviyabû ez li wir, li ber wê dika qamek bilind ez rû‐
niştama û kêmasî û zêdehiyê lîstikê bi ser hev dana. Erê ez qala şanoyekê dikim. Tuncay Ozel, him wek derhêner û him jî wek nivîskarê wê, bo cara ewil lîstikek dadihêne û dixwest ez lê binêrim bê ka qelsî û xurtiya wê çi û çi ne?
Di wan rojan de lîstika bi navê “Bêrû” ji aliyê walî, qeymekam, şaredar û hema bêje Dewleta Alî Osman tev de, bi eleqeyeke mezin dihat pêşwazîkirin yanê rojên pir xweş bûn. Bi vê munasebetê me yê jî li “Sû Gosterî Salonû” li lîstika ‘Em mane li ber dîwaran’ temaşe bikira.
Min xwe nêzî saet şeşan gihand cihê lîstikê. Berî lîstik dest pê bike li hundir, li ser kursîka xwe rûniştibûm û difikirim. Bi carekê girmoliyek çêbû li devê derî; ken, şitexalî û hwd. Lê di nav wê girmoliyê de dengekî balkêş hebû, ew deng jî “hia hia hia…” wer didomiya. Ên li hundir yekser daqûlî derve bûn û kirin pistepist di bin guhê hev de. Lê tu kesî ne madê xwe dikir û ne jî ji yekî/ê re digot, ew çi dibe?
Te digot qey bes ê di nav wan de ez bi tenê me bi mat û matmayî û bi miraq! Deng, deng û deng çiqas çû nêz hat û deng di ber min re wek çeng filitî û berbijêr ve bû wek du teyrên hevreng. Min ji xwe re got haho! Heke wisa bidome em ê çawa zoqî temaşekirina vê şanoyê
bibin. Û bû çingîniya naqosê. Wext dihat lîstikvan hazir û amade li ser dikê li paş
dikê li benda me…
Lîstikê dest pê kir pê re jî deng… Di nav vê keftûleftê de lîstik qediya lê tişta bala min kişand ew deng di nav wê demê de bû perçeyekî şanoyê û kesekî jî acizî jê nekir. Wext çû zeman herikî, kortal hilweşiya, çiya qulibî hat xwarê û deng şewitî. Cara ewil bû min Seyidxan (ne)nas dikir. Min nizanibû ew camêrê dengzîv Seyidxan e ew ê ku car caran bi
dengê wî kilam tên ser serê zimanê min.
Bîra deng e Seyidxan
Armanca heqîqî ya hunerê ne teqlîdkirina xwezayê ye, di cihê xweza lê asê dimîne dayîna alîkariyê ye.
Sidney Finkelstein
Bi rasthatinekê ez li hevpeyvîneke Seyidxan rast hatim. Behs dikir, behsa kela xwe, behsa rûmayinên xwe, behsa şikestinên xwe wek ku behsa bîr’êşên xwe bike behs dikir. Lê di her peyvê de di her herikîna hêvokên xwe de car li ser carê, ken li ser kenê, bişirîn li ser bi‐şirînê bû. Yek cara behsa zarokatiyê û yek caran jî dihat û li ser milletê xwe; yek caran li ser êşa xwe û yek caran jî li ser neteweya xwe radiwestiya, lê her û her dikeniya, dibişirî.
Meha çûyî ya îlonê wî albûmeke bi navê “BÎR” saz kiribû ku di nav de him ên ji destên wî him jî kilam‐stranên gelêrî hebûn, derçû. Di her gohdarkirinê de ta’mek û çêjek xwe radipelikîne ezmanê guhên mirov wî ta bi ta, derzî bi derzî dihonîne. Bi amûrên nûjen wan kilaman ji nû ve vedijîne, ji nû ve wan dirijîne.
Û Seyidxan behs dike, dibêje: mektep; mektep kerb e, mektep derb e, mektep kaş e, mektep serê te ye û di nav destê qerraş e. Mektep dor e, mektep sor e, mektep li ser dilê şûşeyî gindor e. Mektep şûr e, mektep ji kuştinê re meşhûr e. Mektep naqos e, mektep
ne di ser re di kokê de diquse. Mektep kêr e, mektep hêsirên min dihêre.
Axirîn mektep ne tu xêr e…
Seyidxan didomîne: Hunera min ne bixwe dilşewitîne. Hunera min bi her du çeplên xwe, xwe bilindkirin e. Lê guhdarim. ‘Mozelanê’ aheng, peyv, enstrûman û hwd. Wek deşta Wêranşarê di ber min re diherike. Di labîrenta hundirê min de her tişt zerzele ye, hir tişt qiyametek e ku ser bûye bin. Şano, bîr, hemşo… nizanim xwe bi kijan aliyî de bidim hişê min ku der e? Deşt li min vedinişt, ber bi bin xetê ve diçim cihê ku av lê dibe ar. Ku jînekên ku hêmayên kortalî lê tên xwar! Bi strana “Wahar” her çar hêlê min yekser diêşin her çar aliyê min bi derbekê dilerizin. Û her çar hêlê min hîn û hîn perîşan in.
Stran diqede lixwevegerîn dest pê dike. Şikêra derdora Wêranşarê di serê min de ava dibe. Pirs wek teyrê ji zinaran şemitîbe, ber bi min ve tên û dipirsim te qet bawer dikir ew ‘Deng’ bibe balyozek û li te bikeve? Te qet bawer dikir ew ecêbmayinên qaşo entelektuelî birûxin bi yek dengî ve? Bifêr ha Bifêr e…
Du Seyidxan du bîr…
Seyidxanê ewil ker û yê din jî sewta xwedê. …di çeperê de wek xweşmêran li dijî romê têdikoşiya bi çapelî û martînî û santûr û gîtar. Seyidxanê ewil ji kurê xwe Elîcan re digot: “Lêxe lawo lêxe bextê romê kêm e.” Wî ji Şêxê Pîranê re serbazî kiribû û bi gurregurra topan guh tefandibû. Şer qediya bû şer çikiya bû, gûza me dîsa li ser qubbê netebitî bû û nesekinî bû. Piştî vegerîna serhedê, romê digot: “Cih û warê we tune ye li ser rûyê vê dinyayê…”
Lo axao axao axao… rabe heçî dîwana egîdê mala bavê min tê de rûniştîbe bila kes rûnenê xeberê kin û dirêj nebêje. Û Seyidxan bi heta Mêrdînê wek şûrê ji kewdanka xwe aciz dipekiya li der û dorê…
Seyidxanê din jî ji Sêrtê difilite û li Eskîşehîrê kon vedide. Sermayeya wî zimanê wî ku ew jî jê re qedexe ye. Ewil bi tirkî distrê, lê paşê li xwe wardiqile û peyv bi peyv, gotin bi gotin bi pey zimanê xwe dikeve. Di her sehkirinê, di her şitexalî û galgalê de ew tûrê xwe dadigire.
Dil, dil, wî li pey xwe dibe. Êdî her tîp û peyv jê re lêdaneke dilê wî bixwe ye. “Ez di halê mecnûn de me şeydayê dilê min tu yî” dibêje û meşa xwe didomîne.
Û Seyîdxanê ewil? Ew jî di bin gidîşa genim de bû libek xulî û li rast û ez‐
manê welatê xwe belav bû.
Ji bo her du Seyidxanan Lawij’ek
Do, îro û sibê
her çi ji we kêm mabe, we çi li dû xwe hiştibe û her çi dibe
eşq, welat, deng û rê…
bihêle bila bê digot, bila bê
wê rojê li wê newalê, girmoleke leşker wek çiya çiriya be û agirê hundir biherike çongên wê, diherikî.
Elîcan li bavê xwe dinêrî, bê liv û lebat, lê hundirê wî
hundirê wî bahozekî dîn,
ferat bû ferat!
Li bavê xwe nêrî …
Seyidxan qutiya xwe derxistibû, tûtina kirîvê wî yê Xursî ku digot tim û tim ez wê av didim bihost bi bihost ez wê diramûsim bi qelîştekê destan li ser kaxiza spî erebî reşand û got: “Berî cengê divê tu hundirê xwe bitebitînî Elîcanê min, berî şer divê tu hêrsê biçînî di hundirê xwe de, lat bi lat.”
Daket,
pê re jî baran
li her neqebê li serê her çiyayî dilop bi dilop herikî
zanîbû, serê xwe rakir û ji bo cara dawîn çavên xwe wek du şetan ber bi qirika xwe ve herikand.
Û yê din,
kela wî ji dêvla tenbûrê lê didê
tiliyên wî devê lûla tivingê
kenê wî şaxên dara kinêrê.
santûr, ji têlên xwe bi fedî, agirê wê şevê ji du hinaran sortir disotî.
Wê şevê
kilam bi kilam êşiya, stran bi stran bariya, wê şevê ser her du çavên Seyîdxan…
Her ku dixwest biqîre li mektep, otobos û cih û war
lê kom dibûn lê sor dibûn, bi carekê dibûn barbar.
Û deng û ew dengê ku ji zorê dikir laş perçe bikira
neditebitî, nedisekinî di tu ran û demaran de
îcar bizanibe ey welat
çendîn hêjane lawên te
bê kêl û gorn bê cih û war.
Çavkanî;
ADORNO, W. Theodor. (2018). Müzik Yazıları. Yapı Kredi yayınları; istanbul.
FINKELSTEIN, Sidney. (2000). Müzik Neyi Anlatır. Kaynak yayınları; İstanbul. https://www.youtube.com/watch?v=7crHc6yQkeY
https://www.youtube.com/watch?v= ObVKbvSRwAw&list=RDObVKbvSRwAw&start_radio=1&t=0