Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHAyê ji herêmê ragihandine, komên çeteyan ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê bi tang, top û çekên giran, herwiha bi piştgiriya balafirên bi tîpa Bayraktar ên bi çek û bêmirov (SÎHA) êrişî Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir dikin.
Li hemberî hêzên ewlekariya taxê jî bersivên tund didin çeteyan. Hat diyarkirin ku 2 seyareyên çeteyan hatine rûxandin û pevçûnên dijwar didomin.
