Di berga Kovara Rewşen de ev tişt, “Şano civakî ye û ji bo civakê ya ku baş e dike. Îro di şanoyê de pirsgirêka exlaq heye. Ji ber ku şano ji mista civakê hatiye derxistin. Şano(geri)ya xweseriya demokratîk, li hemberî êrîşên bi çekên birdozî û çanda madî ya modernîteya kapîtalîst, divê neteweya demokratîk biafirîn e û civakê biparêz e.” hatibû nivîsîn. Belê gotineke balkêş û di cih de ye. Îro di şanoyê de pirsgirêk heye. Bêguman bi giştî di çand û hunerê de pirsgirêkên mîna ji rastiya civakê qûtbûn û ji wateya xwe ya çand û hûnerî dûrketin li ber çavan e. Mirov vê yekê di saziyên çandî yên Kurdî de jî bibîne. Çand, tenê veguheriye hunerê û di hunerê de jî muzîk û enstrumanên wê. Lê ji ber mijara me ne ev emê vê derbas bikin.
27ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanê ye. Şanoya Kurdî bi salan e ku bi saya şanogerên Kurd xwe li ser piyan dihêle û bi hunerî êş, azad, serpêhatî, trajediyên civakê derdixin ser dikê. Her çiqas di şanoya Kurdî de piranî lîstik ji wergerên biyanî be jî hewildanek ber bi çav heye. Bi taybetî jî ji bo bakurê Kurdistanê vê tespîtê dikim. Lê belê şanogerên Kurd ên ku ji bo şanoya Kurdî xebatên giranbûha jî kirine divê hertim xebatên wan bên bibîrxistin.
Belê 27ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanê ye. Di vê rojê de dixwazim du şanogerên Kurd bibîr bînim û hinekî jiyan û serpêhatiyên wan parve bikim. Tesaduf jî ev e ku şanogerê Kurd Gafur Dogan (Hêvî) di 27ê Adara sala 1971an de ji dayik dibe. Şanoger û şoreşger Yekta Herekol jî li Sûriyeyê li hemberî komkijiya rejîmê, di 27ê Adara 2004an, Roja Şanoyê ya Cîhanê de, ji bo bêdengiya hunermendan şermezar bike bedana xwe dike agir û nemir dibe. Bi minasebeta Roja Şanoyê ya Cîhanê em dixwazin şanogerên Kurd bibîr bînin.
Çîroka “Gurî” dinivîse
Şanoger Gafur Dogan (Hêvî) di 27ê Adara 1971ê de li navçeya Qosera Mêrdînê ji dayik dibe. Hêvî di malbateke welatparêz de mezin dibe û bavê wî yek ji girtiyên Zindana Amedê yê Hejmar 5 a 12ê Îlona 1980yî ye. Hêvî di zarokatiya xwe de dema diçe pola 8an a dibistana dewletê rojekê mamosteyê dibistanê yê zimanê tirkî dibêje; “Li Tirkiyeyê ji bilî zimanê tirkî ziman tune ye!” Hêvî, vê yekê napejirîne, li dijî wî radibe û dibêje; “Belê, zimanê me heye û ez kurd im!” Li ser vê yekê ew ji dibistanê tê qewirandin. Hêvî, piştî ji dibistanê tê avêtin bi serê xwe dikeve nav hewldanan û bi xwendin û nivîsê her eleqeder dibe. Ji aliyekî ve qala jiyana xwe dike û çîroka “Gurî” dinivîse. Dixwaze hevalên xwe ji vê çîrokê haydar bike û ji ber vê yekê bala wî dikeve ser şanoyê. Di 1983yan de li Qoserê diçe kurseke şanoyê û piştî şeş mehan bi hevalên xwe re lîstikeke şanoyê derdixin. Êdî hezkirina wî ya ji bo şanoyê hêj zêde dibe. Li aliyekî din jî Hêvî, ji bo debara malbata xwe dixebite.
Tevlibûna Çand û Hunerê
Şanoger Hêvî, di 1989an de diçe Îzmîrê. Piştî demekê li wê derê tevli xebatên çand û hunerî dibe. Li NÇMa Izmîrê, bi awayekî xurt tevli karên hunerî dibe. Di heman salê tevli xebatên siyasî jî dibe. Ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê têdikoşe. Hêvî, di 1993yan de tê binçavkirin û rastî îşkencêyên giran tê. Hêvî, bi tu awayî serê xwe natewîne û hêj çalaktir xebatên xwe didomîne. Hêvî, di şanoya kurdî ya gelêrî “Kosegelî’ de pirî caran wekî lîstikvan cih digre. Heta sala 1998an bi vî awayî di gelek çalakî û karên hunerî de cih digre û şanoyên bi navê “Halepçe, Hêviya Me Hûn in, Gurî, Trêna Aştiyê” dinivîse.
Bala wî li ser şoreş û hunerê ye
Hêvî, êdî li hemberî pergalê hew dikare xwe bigire û dixwaze li qadên azadiyê têkoşîna xwe berdewam bike. Di bihara 1998an de berê xwe dide çiyayên azad û tevli nav refên azadiyê dibe. Hêvî, wekî şervan û hunermendekî piralî hertim bala wî li ser şoreş û hunerê ye. Di xwendin û nivîsên xwe de ji bo hunera şoreşê dixebite. Di warê şano, senaryo û wêjeyê de gelek nivîs û gotaran dinivîse. Li NÇMa Îzmîrê û li “Şanoya Çiyê” di şanoyên ku piranî wî bi xwe nivîsandiye wekî derhêner û lîstikvan di şanoyên “Birîna Qado, Demokrasî, Wuha ye, Gurî, Xwedêhûta Ango Bedet, Agirê Bêdawî” de cih digre. Kurtefîlma “Berf” (2001) dinivîse û tê de dilîze. Beriya ku şehîd bibe, di şanoya “Çîroka Gul û Masî” dinivîse û derhêneriya wê dike. Di şanoyên ku weke lîstikvan tê de xebitine ev in: “Çiroka Axe, Zîlan, Lewha Qaderê, Rû, Nemrût, Teyrê Zîv, Kurdistan Mêtingeh e, Azra” û filmên bi navê “Eyna Bejnê û Jenûra.”
Şanoger Hêvî, bi rêhevalê xwe Şanoger Yekta re her tim di xebatan de hevkarê hevdû bûn. Ş. Yekta Herekol li Sûriyeyê li hember komkijiya rejîmê, di 27ê Adara 2004an de, Roja Şanoya Cîhanê, ji bo bêdengiya hunermendan şermezar bike bedana xwe dide agir û nemir dibe. Şehîd Hêvî jî ji bo tevlêbûna mîhrîcana şanoyê ya Kerkûkê, di 27ê tebaxa 2004an de di qezeya trafîkê de jiyana xwe ji dest dide û tevlî karwanê şehîdan dibe.
Xeyala mezin a Şehîd Hêvî û hevalên wî ew bû ku berxwedana Zindana Amedê û ji dîroka berxwedana Kurdistanê şanoyan derbixe ser dikê. Yek ji xwestekên Şehîd Hêvî jî li hemû bajar û navçeyên Kurdistanê û bi taybetî li Qoserê dibistan û akademiyên huner û şanoyê veke û dixwest perwerdiya şanoyê bide zarokên Kurd.
Bêdengî û tarîtî bi bedena xwe ronî kir
Şanoger Yekta Herekol (Erdogan Kahraman) jî di sala 1968an de di meha adarê de li Xozatê ji tê dinê. Herekol jî wekî hemû welatiyên ji Dêrsimê bi çîrokên êş ên Komkujiya Dêrsimê ve mezin dibe.
Herekol, li Zanîngeha Gazî ya Enqereyê dixwîne. Ew jî wekî şehîd Hêvî dixwaze di warê şanoyê de serpêhatiyên gelê kurd vebêje. Li ser vê esasî xebatên şanoyê pêş dixe. Bi dehan listîk nivîsin û lîstin. Her tim wekî şanogerekî şoreşger tevgeriya û xebatên xwe pêş dixistin. Ligel xebatên şanogeriyê xebatên siyasî jî dimeşand. Şanoger Herekol jî demekê tê girtin û di zindana Erziromê de dimîne. Herekol jî wekî her ciwan û şoreşgerekî Kurd berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Ew jî tevli nav refên Têkoşîna Azadiyê dibe.
Herekol hem wekî şanogerekî hem jî şervanekî azadiyê têdikoşe û xebatên xwe dimeşîn e. Herekol piştî her çalekiyên gerîlayan ji bo wan lîstikên şanoyê pêşkêş dikir.
Nemir dibe
Di sala 2004an de di maçeke fitbolê ya li Qamişlo de rejîma Esat êrîşî alîgirên tîma Cîhad Qamişloyê kiribû. Di wê êrîşê de 33 welatiyên Kurd hatibûn kuştin. Li dijî vê êrîş û komkujiyê jî wekî hertim bêdengiyek hebû. Lê belê Yekta Herekol şanoger û şoreşgerekî gelekî hestiyar bû. Li dijî vê bêdengiyê û li dijî komkujiya li ser Kurdan a rejîma Sûriyeyê helwesta xwe nîşan dide. Di 27ê adara 2004an de, Roja Şanoyê ya Cîhanê, ji bo bêdengiya hunermendan şermezar bike bedana xwe dide agir û nemir dibe.