12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Du mêran jinek bi îşkenceyê kuşt

Du mêrên birayên hev, li Mêrsînê dayika 3 zarokan Pinar Bayram bi îşkenceyê qetil kirin.

Du mêrên ku birayên hev in, li Mêrsînê dayika 3 zarokan a 26 salî Pinar Bayram bi îşkenceyê kuşt. Hevjînê Pinar Bayram Ziya Ecer û birayê xwe Eyûb Ecer bi îşkenceyê Pinar qetil kirin. Piştî bûyere kesên derdorê agahî dan tîmên tenduristiyê. Yekîneyên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û cenazeyê Bayram birin morga nexweşxaneyê. Piştî otopsiyê cenazeyê Bayram ji bo definkirinê anîn bajarê wê navçeya Silopiya ya Şirnexê. Xizmên Bayram cenaze şevê din li goristana navçeyê defin kirin.

Hate zanîn ku der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û her du kujer jî hatine binçavkirin.