Çalakiyên ku li Îran û rojhilatê Kurdistanê destpêkirine bi rojane didomin. Herî dawî hat zanîn ku zarokê kurd Resûl Kidîweriyan (17) û birayê wî Riza Kidîweriyan li bajarê Kirmaşanê bi guleyên rasterast ên hêzên leşkerî yê Îranê hatine kuştin.
Li gor çavkaniyên me yên li heremê cenazeyên herdu birayan ji aliyê malbatê ve hatine girtin. Çavkaniyê ku ji goristanê agahî da û der barê mijarê de wiha got: “Tevî zexta hikûmetê jî ji hezarî zêdetir kes li ser goristanê kom bûn û dirûşma ‘bimre diktator’ berz kirin. Hêzên rejîmê li dora goristanê bûn li bersiv nedan xwepêşandaran. Jixwe çalakiyên li gel me piştî tarî ket erdê hê destpêdikin.”
