Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) têkildarî şerê Bismilê ku 9 kesan jiyana xwe ji dest dabûn ev bang kir: “Em her du aliyan jî vedixwînin aramiyê”.
Dûrkietina ji lihevkirin û aştiyê
Meclisa DTSO’yê têkildarî civîna meha hezîranê daxuyaniya agahdarkirinê li dar xist û bal kişand ser bûyera li Bismilê. Di berdewamiya daxuyaniya agahdarkirinê de ev tişt hatin gotin: “Ji ber dirêjbûna pêvajoya hiqûqî û xeletiyên ku tên kirin rê li ber van bûyeran vedibe. Li gel vê yeke biçekbûna şexsî û dûrketina gel a ji lihevkirin û aştiyê, van encaman bi xwe re tîne.”
Banga avakirina ‘Şandeyeke lihevkirinê’
Em weke Meclisa DTSO’yê avakirina ‘şandeya lihevkirinê’ ya ji saziyên sivîl, rûspî û welatiyên li bajêr dijîn pêk tê, wek divêtiyekê dibînin. Em ji miriyan re rehma Xwedê ji malbatan re jî sebir dixwazin. Em her du aliyên buyerê jî gazî aramiyê dikin.”