Ji ber nivîsen di rojnameyê de hatine weşandin, bi angaşta “Aşkerayî teşwîqî sûc dike” û “propagandaya rêxistinê” li nivîskar û rêveberên rojnameya Ozgur Gundemê doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 14’emîn Dadgeha Ceza ya Stenbolê pêk hat. Di 9’emîn danişîna dozê ku Huseyîn Aykol, Ayşe Batûmlû Kaya, Eren Keskîn û Reyhan Çapan tên darizandin de parêzer Ozcan Kiliç amade bû. Kiliç, diyar kir ku parastinên di danişînên beriya niha de li dijî îdiayan kirine dubare dike û daxwaza beraeta muwekîlên xwe kir.
Dozgerê ku mutalaya xwe pêşkeşî dadgehê kir îdia kir ku kesên tên darizandin sûcê “rêze propagandaya rêxistinê” kirine û xwest bên cezakirin. Parêzer Kiliç jî piştre li dijî mutalaya derbarê esasê de daxwaza dema zêde kir.
Şandeya dadgehê ya ji bo parastinê daxwaza demê qebûl kir, danişîn taloqî 19’ê kanûnê kir.