Polîsan di 6’ê Îlonê de ji bo îfadeyê bang li Nûçegihana JINNEWS’ê Melek Avcî kiribûn. Melek Avci li Şaxa TEM’ê ya Enqereyê îfade dabû. Polîsan ji Melek Avci parvekirinên hesabê medyaya dîjîtal pirsîn. Polîsan îdîa kirin ku Melekê “propagandaya rêxistinê” kiriye. Melek diyar kir ku nûçeyên ku parve kirine di çarçoveya azadiya fikir û ramanê de ne.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê piştî lêpirsîna polîsan der barê Melek Avci de bi sûcê “propagandaya rêxistinê” doz vekir. Îdîanameya ku ji aliyê dozger ve hat amadekirin ji Dadgeha Cezayê Giran re hat şandin. Di îdianameyê de hat îddîakirin ku Jinnews ji bo piştgiriya rêxistinê weşanê dike û nûçeyên wê wek delîl hatine nîşandan.