Dozger angaştnameya der barê nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Aslan û Esra Solîn Dal û rojnameger Erdogan Alayûmat de ku di 26’ê Nîsanê de li Stenbolê hatibûn girtin, amade kir. Dadgeha Cezayên Giran a 25’an a Stenbolê di 8’ê Gulanê de angaştname qebûl kir.
Dozger di îdianameyêd e xwestin ku bi “endamtiya rêxistinê” ceza li rojnamegeran bê birin. Di îdianameyê de şopandina daxuyaniyên çapemeniyê û hevdîtina bi çavkaniyên nûçeyan re wsûc hesiband. Dozger di aganştnameyê de 126 nûçe yên der barê tecrîdê de “sûc” dît.