Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21ê tebaxa sala 2024an de li gundê Çûlî yê navçeya Rezan a Amedê winda bû û cenazeyê wê di 8ê îlonê de hat dîtin. Di doza cînayeta Narîn Guran de biryar di 28ê kanûnê de hat dayin. Dadgehê, ji ber sûcê “bi komî zarok biqesdî kuştine” cezayê muebbeta girankirî da dayika Narînê, Yuksel Guran, birayê wê Enes Guran û apê wê Salîm Guran.
Herwiha ji ber sûcê “tunekirin, veşartin û guherandina delîlan” jî 4 sal û 6 meh cezayê hefsê da bersûc Nevzat Bahtiyar.
Baroya Amedê ji bo ku Nevzat Bahtiyar ê ji sûcê “delîl veşartine” 4 sal û 6 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn ji sûcê “Bi komî zarok biqesdî kuştine” were cezakirin, serî li îstînafê da.