Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên protestoyî yên di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê yên ser Kobanê hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de û 18 jê girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê û li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir.
Parêzerên Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Parlamenterê CHP’ê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu jî danişîn şopandin.
Danişîn, bi parastina parêzerê Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, Mahsunî Karaman berdewam kir.
‘Pergala darazê bi sabîqe ye’
Parêzer Mahsunî Karaman got ku îktîdara AKP’ê piştî pêvajoya 2014-2015’an daraz xistiye bin kontrola xwe û wiha got: “Pergala darazê ya Tirkiyeyê bi qasî ku heta niha nehatiye dîtin, ji hêla dadgehên navneteweyî ve bisabiqe hate tescîlkirin. Bi halê heyî re hemû dadgeha ku em niha parastinê lê dikin, hemû dozgerên li îtîrazan dinêrin, tevahiya dadger û dozgerên 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê û 19’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê niha bûne parçeyeke vê pergala hiqûqê ya bisebiqe. Ev ne tawanbariyeke me, biryara DMME’yê ye. Di nava pergaleke wiha de hûn çiqas bi niyetekê baş tevbigerin jî nikarin edaletê bi cih bînin.”
‘Divê mesele tenê weke 6-8’ê cotmehê neyê destgirtin’
Bi domdarî Karaman bi bîr xist ku bûyerên 6-8’ê Cotmehê piştî ku DAIŞ’ê Kobanê ji sê aliyan ve dorpêç kirî dest pê kirine û ev tişt anî ziman: “Di vê mijarê de NY’ê du biryar dan. Rast e ku di wê dîrokê de Tirkiyeyê pir zêde alîkarî dida OSO’yê, PYD nêzî hikûmeta Sûriyeyê bû û ji ber çendek sedeman Tirkiyeyê xwe nêzî DAIŞ’ê dikir. Di rewşekî wiha de pêvajoya çareseriyê hebû. Kurdên li hundir jî dixwestin ku hikûmet piştgiriyê bide PYD’ê û ji bo parastina Kobanê alîkarî dixwestin. Mijara ku rê li ber aloziyê vekirî jî ev bû. Kobanê, bajarekî kurdan e. Li vî welatî 20 milyon kurd dijîn. Di navbera Kobanê û Pirsûsê de 5-6 km hene. Ji meha îlonê ve li Tirkiyeyê tu siyasetmedarekî derheqê vê mijarê de tu bangawazî ji bo raya giştî nekiribûn lê di nava civakê de protesto dest pê kiribûn. Divê mesele tenê weke 6-8’ê cotmehê neyê destgirtin.”
Pêvajo çawa pêş ket?
Karaman, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yek ji aktorên sereke ya pêvajoya çareseriyê HDP bû. Lewma bendawariyeke weke ku xwedî helwestekî li gorî ruhê pêvajoyê bin tiştekî asayî ye. Ev yek li ser hevserokan tê ragihandin lê tu yek ji wan bi ser nakevin. Korîdora di 29’ê cotmehê de hatibû vekirin çima di 5’ê cotmehê de nehat vekirin? Ji vê kî berpirsyar e? Em wê nizanin lê heta 6’ê cotmehê jî Tirkiyeyê ew korîdor venekir. Li Kobanê bi hezaran kes di bin xetereya qirkirinê de bûn. Tirkiyeyê jî bi vê dizanî. Dema bi ser neketin jî MYK’a HDP’ê du twît parve kir. Li dijî menzeraya derketî holê tu kes nabêje ‘baş bû.’
Mirina ewil piştî azaftina Erdogan çêbû!
Twîta ewil di 6’ê cotmehê saet di 20.20’an de hate avêtin lê li kolanan tu liv û tevger tune ye. Heta êvara roja piştre jî tu tiştek nîne. Erdogan li Islehiyeyê axaftin kir û got; ‘Vaye Kobanê jî ket ha dikeve.’ Lê ez piştrast nînim bê ka di bin simbêlên xwe de dikeniya yan xemgîniya xwe vedigot. Gel, ev daxuyanî cuda fêm kir. Hewce nake mirov pisporê siyasetê be ku vê axaftina Erdogan rê li ber înfîalê vekir. 25-30 deqe piştî vê axaftinê jî mirina ewil çêbû.
Bûyer piştî bangawaziya Abdullah Ocalan bi dawî bû
Bûyera Hakan Buksur e ku ji hêla polîsan ve hate kuştin. Piştre jî ev bûyer pêş ketin. Bûyer piştî bangawaziya Abdullah Ocalan bi dawî bûn. Ya duyemîn jî ew e ku di 29’ê cotmehê de destûr hate dayîn ku korîdor were vekirin û pêşmerge derbas bibin. Her çend ku dereng be jî ev krîza dihat birêvebirin û pêvajo dihat rizgarkirin.”
Dema parastina Karaman didomiya, serokê dadgehê navbera nîvro da. Danişîn dê piştî navberê bidome.