Rûniştina sêyemîn a 28’emîn danişîna Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê di roja duyemîn de didome.
Siyasetmedar Bîrcan Yorulmaz ku bi awayekî negirtî tê darizandin û parêzerê wê tev li danişînê bûn. Parêzerê Yorulmaz, Atîlla Bahçivan di danişînê de axivî û bal kişand ser bêusuliyên di dema lêpirsîn û teqîbatê de û got rêbazên derhiqûqî hatine bikaranîn.
Dadger ‘Xwedê’ ye
Bahçivan, got ku di pergala darazê de “dadger” bi rola xwedê radibe û divê beriya her kesî xwe bigihînê û li gorî vê yekê qenaeta xwe diyar bike. Bahçivan, wiha domand: “Di vê dozê de dadger, bêalî tevnagere. Piştî qebûlkirina dozê, hêj tespîtkirina nasnameyan çênebûbû ku doz dest pê kir û tenê îdianame hate xwendin. Ev rewş, rewşeke derhiqûqî ye. Di danişînan de gelek caran qenaeta siyasetmedarên tên darizandin tê pirsîn. Lê ev jêpirsîn derhiqûqî ne. Sedema van binpêkirinan jî dadgeh e. Yek ji binpêkirinên din jî guhdarîkirina şahidên ‘nepen’ a beriya siyasetmedarên tên darizandin. Hêj jêpirsînên bersûcan xelas nebûbûn ku mutalaa hate dayîn. Di dema lêpirsînê de kêmasî derketin û hêj ev kêmasî nehatine temamkirin. Lewma hêjta nîqaşa delîlan tê kirin. Ji ber vê rewşê jî doz dirêj dibe.”
Dadgerê ku serokê çeteyê bû
Bahçivan, qala Bahtiyar Çolak kir ku dema serokê şandeya dadgehê bû û piştre derket holê ku serokê komeke çeteyan e û wiha pê de çû: “Divê hemû biryar û tiştên wî kirine bên betalkirin. Lê ev daxwaz jî hate redkirin. Heke ev dosya ji DMME’yê re biçe, dê nîviya dadgerên wan krîza dil derbas bikin. Di şandeyê de serokê komeke çeteyan heye. Dê bibêjin ‘we tecawizî mafê darizandina adilane kiriye.’ Lê serokê nû yê dadgehê weke ku tiştekî wiha neqewimî be domand.”
Hem we hem jî me dixapîne!
Parêzer Bahçivan bal kişand ser e-maîla ku ji ewil diha îdiakirin ji hêla PYD’ê ve hatiye şandin lê piştre derket holê ku ji hêla Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ve hatiye şandin û wiha domand: “Di çîroka îdianameyê îdiayake wiha heye; ‘ev mirov li gorî îradeya xwe tevnagerin. Li gorî fermanê tevgeriyane.’ Heke hemû rêveberên rêxistinê bin, wê demê çi hewcehiya wan bi maile yan jî talîmatê dibe? Dest danîn ser komputera miwekîla min Yorulmaz û ev mail wisa hate bidestxistin. Tîmeke ku wê demê ji xwe re digot hackerên neteweperest ketin komputera Yorulmaz û xwe gihand vê maîlê. Îxtîmaleke mezin e girêdayî MÎT’ê ne. Me ji ber vê mijarê gilî kir lê bi hinceta ‘nehat dîtin’ biryara neşopandinê dan. Heke hûn jî di nava vê kompasê de nebin, dozger hem we hem jî me dixapîne.”
Derewên dozger rêz kir
Bahçivan, bal kişand ser xisûsên di mutalaayê de derheqê Yorulmaz de hatine diyarkirin û wiha pê de çû: “Di mutalaayê de tê gotin ku di demên berê de derheqê miwekîla min de îdianame hatine amadekirin. Lê heta niha derheqê miwekîla min de tu caran îdianame nehatiye amadekirin. Cara ewil e derdikeve pêşberî dadger. Bi vî awayî dixwaze binhişekî ava bike. Tu ma nabînî qet nebe rastiyê bibîne. Di qeydên HTS’ê qala demekî berfireh tê kirin. Dozger vê bi zanebûn dike. Dema MYK’a HDP’ê de miwekîla min li Stenbolê bû. Me ewqas belge dan û divê di qonaxa lêpirsînê de delîlên lehê bihatina komkirin. Tevî van agahiyan jî dema îdianame hatiye amadekirin ev rastî li ber çavan negirtine.
Ji mirinên çêbûyîn twîta HDP’ê berpirsyar dibînin. Xuyaye ku hûn dîrokê baş nexwînin. Heke berpirsyar MYK’a HDP’ê be, wê demê divê hemû dozên têkildarî mirinan bên lêkolînkirin. Divê em bipirsin bê ka ji twîtê bibandor bûye yan na. Her wiha madeya sûc a di îdianameyê de cih negirtiye jî ji mutalaayê hate derxistin. Miwekîla min tev li civîna MYK’ê nebû lê weke ku tev li civîn û bûyerên qewimîn bibe hatiye nîşandan. Lê di destê wan de yek delîl jî nîne Ev, dozeke siyasî ye.”
Piştî parastina Bahçivan, navbera nîvro hate dayîn.
Ajansa Mezopotamyayê