Danişîna doza ku bi angaşta “biçûkxistina dewletê” der barê Emîne Şenyaşar de hatibû vekirin, li 5’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Rihayê hate dîtin. Di danişînê de parêzerên Şenyaşar Hidayet Enmek, Bulent Dûran û Ahmet Taş amade bûn lê ji ber Şenyaşar emeliyat bûbû nikaribû tev li danişînê bibe.
Danişîn, bi daxwaza ku Şenyaşar di danişîneke din de were guhdarkirin, taloqî 30’ê mijdarê hate kirin.