12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dorpêça hikûmeta Şamê jiyana 25 hezar zarokên li Şehbayê tehdîd dike

li gorî daneyên Rêveberiya Xweser hejmara zarokên koçber û yên ji şêniyên resen ên kantona Şehbayê zêdetirî 25 hezar zarok e ku di nav kamp û malên nîvwêrankirî de dimînin

Bi hatina zivistanê re, li gel dorpêça hikûmeta Şamê û nebûna derman û sotemeniyê, li Şehbayê gelek zarok bi nexweşiyên mewsimî ketin. Zarok herî zêde bi vîrûsa RSV, înfluenza, zekem, kûlbûna gewriyê, kulbûna rûviyan û nexweşiyên dil ketine. Ev nexweşî ji ber sermaya zêde, xurekên xirab, kêmbûna lênêrînê û germkirina avê bi alavên plastîk, derdikevin.

Li Nexweşxaneya Avrîn di çend rojên dawîn de, rewşên kulbûna bronşan li zarokan zêdetir bûn. Nexasim ku ji ber dorpêça hikumeta Şamê ya li ser kantonê, li nexweşxaneyê û navendên din ên tenduristiyê derman û pêdiviyên tenduristiyê gelekî kêm in.

Bijîşka ku li Beşa Zarokan a Nexweşxaneya Avrîn dixebite û ji ber tirsa ji zextên hikumeta Şamê nexwest navê xwe eşkere bike, got zarokên kantonê di dirêjahiya salê de bi nexweşiya kulbûna rûviyan, bronşan dikevin.

Bijîşkê destnîşan kir ku rojane ji ber nexweşiyên mewisîmî nêzî 150 zarok serî li nexweşxaneyê didin û diyar kir ku ev rewş bi dorpêçê û tunebûna rêbazên germkirinê re aloztir bûye.

Bijîşkê bi bîr xist ku ji ber polîtîkayên hikûmeta Şamê yên li dijî herêmê jiyana zarokan li kantonê bi giştî di xetere de ye û bang li civata navneteweyî kir ku dorpêçê bi dawî bike û derman û sotemeniyê bi awayekî lezgîn derbasî kantonê bikin.

Li gorî daneyên Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê dane, hejmara zarokên koçber û yên ji şêniyên resen ên kantona Şehbayê zêdetirî 25 hezar zarok e ku di nav kamp û malên nîvwêrankirî de dimînin.

Di çend rojên dawîn de ji ber sermayê û li gel dorpêça hikumeta Şamê de li taxa Şêxmeqsûd a Helebê 2 zarokan jiyana xwe ji dest da.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku sala borî ji ber dorpêçê û ji ber ku hikumeta Şamê nehişt ambulansên Nexweşxaneya Avrîn zarokên nexweş veguhêzin nexweşxaneyên Helebê, 4 zarokên ku temenê wan kêmî 10 salî bû, jiyana xwe ji dest dabûn.