Serokê DYAyê Donald Trump, duh di balafira xwe ya Air Force One de pirsên rojnamegeran bersivand. Trump, careke din nêrîna xwe ya têkildarî Gronlandê dubare kir û got: “Bi peymanê yan jî bi rêbazekî din em ê Gronlandê bistînin.” Trump, bi domdarî ev îdiaye kir: “Heke em Gronlandê nestînin, dê Rûsya yan jî Çîn bistîne. Ez ê nehêlim ev yek bibe.”
Trump, îdia kir ku xebatên Rûsya û Çînê yên leşkerî yên li Qutba Bakur zêde bûne û ev der ji bo ewlehiya neteweyî ya DYAyê girîng in. Trump, îdia kir ku Danîmarka têkildarî mijara Gronlandê vekirî ye.
Rayedarên Danîmarkayê û hin şirîkên ewropî bertek nîşanî daxuyaniyên Trump dan.
