Duh li nêzî Tedmurê ya li çola Sûriyeyê, li dijî karwaneke hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî êrîş pêk hat. Berdevkê sereke yê Pentagonê Sean Parnell ragihand ku di êrişa xwekujî ya çeteyên DAIŞê ya li çolistana Sûriyeyê de 2 leşkerên amerîkî û wergervanek sivîl ê amerîkî hatine kuştin. Hat diyarkirin ku 3 leşker jî birîndar bûne.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump li ser hesabê xwe yê fermî peyamek belav kir û êrîşa çeteyan bi tundî şermezar kir. Donald Trump ji bo birîndaran şîfa xwest û got: “Ev êrîşa DAIŞê ya li dijî Amerîka û Sûriyeyê, li herêmeke gelekî metirsîdar a Sûriyeyê ku bi temamî di bin kontrola wan de nîn e, pêk hat.”
Donald Trump destnîşan kir ku wê bersiveke gelekî cidî bê dayîn.
