9 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Donald Trump di nav hewldanên nû de ye

Donald Trump 7ê çileya 2026ê memorandumek parve kir. Trump aşkera dike ku Amerika dê ji 66 saziyan vekişe. Ji van saziyan 31 jê saziyên girêdayê NYyê ne û 35 jî saziyên sivil ên navneteweyî ne.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump her ku diçe destê xwe li ser desthilatdariya Amerîkayê xurt dike û berovajiyê wê hewldanên xwe yên li dijberê civak û mafên mirovan jî zêdetir dike. Herî dawî di vê mijarê de memorandumek parvekir û tê de diyarkir ku ew ê ji 66 saziyên maf ên navneteweyî vekişin.

Donald Trump zimanê tund ê reşkirinê jî li dijî van saziyan bi kar tîne û dibêje ku ev 66 saziyên di lîsteyê de ne bêkêr, ziyankar û bêbandor in û ne li gor berjewendiyên Amerikayê dixebitin, Donald Trump di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku ew ê wek endam di nava van saziyan de vekişin, beşdarê wan nebin û piştgiriyê jî nedin wan.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ji Donald Trump hişktir helwest nîşanî saziyên avhewa û mafan da, ji bo van saziyan têgeha ortodoks an ku radîkal bi kar anî. Marco Rubio bi taybetî ji bo saziyên wekheviya cinsî ya civakî diparêzin, saziyên parazvaniya pergala xwezayê dikin û saziyên tenduristiyê yên navneteweyî wek hişmendiya heşere ya ortodoks rexne kir. Li gor nêrîna Marco Rubio hişmendiyên van saziyên navneteweyî ji fenteziyan pêk tê. Bi van nêrîn û helwestan rayedarên Amerîkî dixwazin li ser Amerîkayê, gel û cudahiyên Amerîkayê desthilatdariya xwe kûrtir bikin.

Rêveberiya Donald Trump demeke dirêj e vekişîna ji saziyên mezin yên navneteweyî diparêze. Donald Trump demên borî de jî qala vekişîna ji Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) û Peymana Avhewayê ya Parîsê kiribû û bi reşkirinê, ev sazî kiribû girtibû. Di nava listeya 66 saziyên navborî de Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO), Peymana Evhewayê ya Parîsê û Peymangeha Çarçoveya Guherbêziya Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFCCC) hene.

Ev hişmendî rasterast hişmendiyeke berjewendperest e û xwerû xizmeta pergala pere ya modernîteya kapîtalist dike. Ji bo vê hişmendiyê kar û berjewendî beriya silameta civak û xwezayê tê. Ev jî ji aliyê muxalefeta cîhanê ya civakparêz û xwezaparêzan ve bi tundî tê rexnekirin.