Di 23’ê îlonê de Bankaya Navendî ya Tirkiyeyê (TCMB) faîzê ji 19’an daxistbû 18’yan. Piştî vê daxistinê di gelek tiştan de bihabûn çêbûn û dolar jî ji 8,32 derket 8,80’yan û heta niha jî zêdebûna dolar bi lûtkeyên nû berdewam dikir.
Îro TCMB’ê piştî civîna ku girt dîsa biryara daxistina faîzê da û faîzê ji 18’an daxist 16’yan. Bi ragihandina biryarê dolar lûtkeyeke dîrokî dît û bû 9,48 TL.
Niha li hemû cîhanê bihayê zêr sabît e. Lê daxistina faîzê ya îro bandora xwe li ser grama zêr jî kir û gram bû 543 TL.
Ev daxistina faîzê dê bandora xwe di rojên pêş de zêdetir bide hîskirin.