13 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dokûmantera Vejîna Kurd fînala sezonê dike

Dokûmantera “Vejîna Kurd” ku ji hêla Komuna Dokûmanterê ya Gulistan TARA ve weke sê sezonana hatiye amadekirin, di roja çarşemê de dê fînala sezona xwe ya ewil bike.

Dokûmantera “Vejîna Kurd” ku ji hêla Komuna Dokûmanterê ya Gulistan TARA ve hatiye amadekirin, fînala sezona yekemîn dike. Dokûmanter, li ser Medya Haber TV û Stêrk TVyê tê weşandin.

Vejîna Kurd wê roja Çarşemê li Stêrk TV bi “Fîşeka Destpêkê” weke beşa 28emîn û ya dawî ya sezona destpêkê bê weşandin. Di beşa fînalê ya dokûmanterê de wê gavên fermandarê mezin ê Pêngava 15ê Tebaxa 1984an Mahsûm Korkmaz bê şopandin, bûyerên wê demê bêne nîşandan û bandora vê çalakiya mezin a li çar parçeyên Kurdistanê, li nav û derveyî PKKê û li zindanan bi vegotinên şahidan bê nîşandan.

Dokûmanter piştî navbereke kurd wê pêvajoya ji Pêngava 15ê Tebaxê heta bi Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê bi sezona nû bi navê “Vejîna Duyemîn” careke din li ser ekranên Stêrk TV û Medya Haber TVê bê weşandin.