Duh li Salona Hunerê ya li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê 18’emîn merasîma dayîna xelatên zêrîn a Bile (Îbrahîm Ehmed) ku warê nivîs, siyasî, têkoşîn û hunerî de tê dayîn, hat lidarxistin. Merasîm salane di salvegera wefata nivîskar û siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Ehmed de pêk tê û ji kesên ji neteweyên cuda yên ji bo doza gelê Kurd xebat û têkoşîn kirine jî tên xelatkirin.
Xelata heştemîn pêşkêşî Dr. Ciwan Hemî yê ji Rojavayê Kurdistanê hat kirin. Dr. Ciwan Hemî pisporê nexweşiyên hestiyan e. Di dema êrîşa DAİŞ’ê ya li ser Şengalê de wî xwe gihand çiyayê Şengalê û alîkariya birîndaran kir. Ev xelat bi taybetî ji aliyê serokê YNK’ê Bafil Talebanî ve hat pêşkêşkirin.
Ciwan Hemî kî ye ?
Dr. Ciwan Hemî (52) ji gundê Talia yê Hesekê ye. Xwendina xwe li dibistanên Hesekê qedand. Di sala 1990’î de beşa hestî û şikestinê li Fakulteya Bijîşkî ya Zanîngeha Helebê qedand û ji sala 2006’an de bijîşk e.
Dr. Hemî ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve destekê dide gelê xwe. Di dema êrîşên çeteyan ên li ser Serêkaniyê de piştgiriya tenduristiyê da gelê xwe û li Şengal û Kobanê jî bijîşkî kir. Piştre berê xwe da Swêdê.
Bi êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên sala 2018’an ên li ser Efrînê re, ji Swêdê vegeriya û karê xwe li Nexweşxaneya Efrînê domand.
Dr. Ciwan Hemî ji ajansa ANHA’yê re axivî û got: “Êşên gelê Kurd gelekî kûr in. Eger bixwazî bibî bijîşk tu yê 6 salan 60 pirtûkan bixwînî. Lê tu bibî bijîşkê Kurd divê tu êşa 60 milyon Kurdan fêm bikî. Erka me ya mirovî ye xizmeta gelê xwe û doza wî bikin.”
Ciwan Hemî li gel karê bijîşkî berhemên wî yên wêjeyî yên neçapkirî jî hene. Ciwan Hemî di van berhemên xwe de serpêhatiyên xwe yên di demên şer de parve kirine. Ciwan Hemî got: “Wek bijîşk şeran min mecbûrî kiriye ku êşên bûme şahidên wan, binivîsim. Min bi pênûsa xwe xwest peyama gelê xwe û zilma li ser wî ragihînim.”
Dr. Ciwan Hemî bijîşkê yekemîn ê ji Rojavayê Kurdistanê ye ku xelata Bile werdigire. Hemî di dawiya axaftina xwe de got: “Ez nikarim biçim xelatê wergirim, lê ez vê xelatê diyarî ajansa we, tevahî şehîd û birîndarên ku bi saya wan em bi aramî dijîn, dikim. Di heman demê de diyarî malbata xwe û hevalên xwe yên di qada tenduristiyê de yên di salên dawîn de kedeke mezin dane, dikim.”