16 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Doktoran li ser rewşa Huseyîn Aykol agahî dan

Di saetên serê sibê de dîsa xwîn çû ser mejiyê rojnameger Huseyîn Aykol. Doktoran diyar kirin ku rewşa Huseyîn Aykol hîn jî cidî ye.

Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol duh danê êvarê li malê xwîn çûbû ser mejiyê wî û ji bo dermankirinê rakiribûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê ya Enqereyê. Piştî li vir doktoran Huseyîn Aykol emeliyat kiribûn ew rakiribûn beşa lênêrîna awarte. Hate ragihandin ku di saetên serê sibê de dîsa xwîn çûye ser mejiyê Huseyîn Aykol.

Doktoran agahî li ser rewşa tenduristiyê ya Huseyîn Aykol dan û gotin, hîn zelal nebûye ku pêwîstî bi emeliyateke nû heye yan na. Doktoran diyar kirin ku rewşa Huseyîn Aykol hîn jî cidî ye.