Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar da ku girtîbûna Hevserokê Giştî yê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş, armancek siyasî ye û car din Tirkiye mehkûm kir. Dadgehê diyar kir ku Tirkiyeyê azadiya îfadeyê ya Demîrtaş binpê kiriye û ev girtîbûn armanc dike ku nîqaşa siyasî bi sînor bike.
Demîrtaş ji Mijdara 2016an ve li girtîgehê dîl tê girtin. Sala 2024an di doza li Enqereyê de 42 sal cezayê hepse lê hatibû birîn. Di nava sûcdariyên li ser wî de, banga ji bo tevlîbûna xwepêşandanên ji bo piştgiriya berxwedana li Kobanê ya li dijî DAÎŞê jî heye. DMMEyê di vê biryara xwe ya dawî de, girtîbûna Demîrtaş a di navbera mahkumiyeta Îlona 2019an û 2024an de lêkolîn kir. Dadgehê berê jî ji ber girtîbûna wî ya di navbera 2016-2019an de Tirkiye mehkûm kiribû û daxwaza berdana Demîtaş kiribû. Lê belê Serokomar Erdogan nerazîbûneke tund nîşanî vê biryarê dabû.
Dadgehê hikûm da Tirkiyeyê ku 35 hezar euro tazminata manewî bide Selahattîn Demîrtaş û 20 hezar euro mesrefa dadgehê bide.