Yekitiya Rojnamegerên Alman (DJV) têkildarî rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên dema geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin ji hêla Dewleta Tirk ve hatin kuştin, daxuyanî da. Daxuyanî li ser malpera fermî ya DJVê hat weşandin û wiha hat gotin: “Li gorî nûçeyên li ser çapemeniyê, nûçegihan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li herêma Rojava ya Sûriyeyê bi SÎHAyên tirkan hatin kuştin. Her du rojnameger jî salên domdirêj e ji bo çapemeniya kurd dixebitîn û êrîşên artêşa tirk û hêza milîs a cîhadîst SMOyê yên li ser herêma kurdan a bakur û rojhilatê Sûriyeyê dişopandin. Li gorî îfadeyên şahidan, Daştan û Bîlgîn bi zanebûn hatin kuştin.”
Seroka Giştî ya DJVê Mika Beuster jî got: “Ev yek, gumaneke tirsnak e ku divê hikûmeta tirk tavilê vê mijarê ronî bike. Heke hêzên ewlekariyê yên tirk nûçegihanan hedef bigirin, divê berpirsyar bên darizandin. Em li bendê ne ku Wezareta Karên Derve ya Almanyayê jî piştgiriya dîplomatîk bide daxwaza me ku Tirkiye di vê mijarê de daxuyaniyê bide. Heke derkeve holê ku Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ji ber ku rojnameger in bi qesdî hatine kuştin, divê ev yek bandorê li ser têkiliyên dîplomatîk ên Almanya û Tirkiyeyê bike.”