12 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Diziya sersalê

Va saleke din jî derbas bû, wan dizê hinduşkên xwe nedîtin, min jî ew gotinên di dilê min de mabûn negotin. Heta sersaleke din ez ê li pey kîjan xeyalan bikevim nizanim. Sersala we pîroz be !

Heta hejdeh saliya xwe min qet nedizanîbû ka bê sersal çi ye? sala kevn dibore, sala teze tê, herkes dikeve nav hin xeyalan.  Ew sal min fêhm kir ku dayika min her êvara sersalê hinduşke ( elok, hindî) dike qurbana sersalê.

Ez jî di nav hinek xeyalên pir dûr û dirêj de dimam. Min digot qey ew sala nû wê di jiyana min de tiştekî teze çêbike… Yanî, weke ku em bêjin; ez ê bi dilketiyê xwe re bizewicim, xaniyekî me yê mezin, derwazê wê jî mezin, heft û heşt zarokên me çêbibin, li ber wî xaniyê me keriyek pez û dewar, erebeyek me hebe. Ez ê jî jiyana xwe li tev li delaliyê xwe xweşik derbas bikim.

Ma çi dibe, dema meriv bi hezkiriyê xwe re bizewice hemû jiyan ji merivan re xweş tê. Haaa, di dema zewaca min de wê daweta min heft roj û heft şevan bidome, heta hetayê wê hemû kes behsa evîna min û daweta min bikin. Xeyalên min ên din jî hebûn, lê niha behsa wan nakim, bila bimîne careke din.

Digotin waaaa, wê sala teze were, em ê di nav de kêfê bikin; heçî merivên xwedî xeyal wê bigihîjin mirazê xwe. Min jî wisa fêhm dikir ji ber gotinên xelkê.  Çend sal wisa derbas bûn, min dît qet xeyaleke min nayê cih! Hemû sal wek hev in, tenê em her sal emrekî zêde dibin, ewqas. Sibetira sersalê hemû kes diçin ser kar û barên xwe, ewqas.

Gelo kî derewan dike ji me re? Ger xeyalên me neyên cih, ewqas însan çima dikevin nav hin xeyalên mezin û dawiya wan xeyalan jî nayê? Ya min, ez bixwe bi dilketiyê xwe re nezewicim, ew çû bi keçikek li gundê jorê re zewicî ( keçik jî pir bedew bû bi rastî). Her sal ji xwe re zarokek çêkirin, bûn xwedî mal û bi hezaran heywan li ber şêmîga derê wan in.

Ez jî wisa bi hêrs û stûxwar mam, di nav gund de min nedikarî ez hêrsa xwe bikim der, ji ber ku şerm bû. Ger aqilê min ê niha hebûya, ez ê biçûma li ber derê wan, min jê re bigota ‘tu mirovekî tirsonek, bêaqil û derewçiyekî herî mezin î.’ Lê min ev gotinên xwe negotin, ji ti kesekî re jî negotin, ew gotinên min di nav dilê min de man heta ku sersala din hat.

Ew roj min biryara xwe da, ez û çend hevalên xwe, wê êvarê em ketin nav hinduşkên wan, me çend heb ji wan dizîn û anî mala hevala xwe. Jixwe hevala min, dayik û bavên wê hema tarî diket erdê ewana jî diketin nav xewê.

Wê êvarê heta nîvê şevê, me di nav goştê hinduşkan de kêfa xwe kir. Sibetirê me dît waye ewana, jin û mêr li pey dizê hinduşkên xwe ketine, ez û hevalên xwe derketin ser banî me li wana mêze kir. Hevala min got; ‘Te dît? Me çawa heyfa te hilda, her sal em ê herin diziya wan bikin.’ Min got; ‘Naa, em diziya wan nakin, lê em ê xeyalên mezintir pêk bînin, bila xeyalên me wisa mezin bin ku dest û devê tu kesekî/ê negihîje wan xeyalên me.’

Va saleke din jî derbas bû, wan dizê hinduşkên xwe nedîtin, min jî ew gotinên di dilê min de mabûn negotin. Heta sersaleke din ez ê li pey kîjan xeyalan bikevim nizanim. Sersala we pîroz be!

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê