Aktîfîstên Komîta Ekolojî Ya Şengalê diyar kirin ku alozî û qeyrana Iraqê û cîvaka Şerq -El Ewsat, ango Rojhilata Navîn dijî dîrokî ye û wiha got: “Civaka Rojhilata Navîn her dayîm hewilda ku vê qeyranê derbas bike. Lê mixabin, dewlet weke giloka berfê her ku çû xwe mezin kir. Bi taybetî deshilatdarî wekî nexwaşiya pênceşêrê xwe belavî nava hemû cîvakê kir. Dewletê berê karê xwe li pişt perdê û veşartî dimeşand. Lê niha mirov dinêre bi Netew Dewletbûyînê weke tazî û eşkere li ser cîvakê ferz dike û dimeşîne. Dewletê û deshilatdariyê heta niha fêl, dek û lêstok peş xistin. Lê niha gefa birçîbûnê li cîvakê -mrovan dixwe. Pirsgirêka Gelê Rojhilata Navîn û hemû cîvakê pirsgirêka xwazeyê ye. Yanî sedema alozî û qeyrana cîvakê, cîvak – mirov dûrketina ji xwazayê ye. Dîsa xirabiya aniye serê xwazayê qeyranê pêş dixe.”
Desthilad mejiyê zarokan dagir dike
Komîteya Ekolojiyê da zanîn ku êdî kêliya tê de ne bi êrîş û qirkirinê deshilstdsrî ango dagirinê re rû bi rû ne û wiha berdewam kir: ”Dagirkerî ne tenê ax û welatê me dagir kiriye. Êdî dixwaze rumet û keremeta me tûne bike. Bi riya teknolojiyê mêjiyê zarokên me yên heya sê salî dagir kiriye ango dike. Li hemberê vê qirkirin û dagirkirina desthilatdariyê pêwiste em çi bikin? Dîvê beriya her tiştî pirsa em ê çawa, bijîn bibersîvînin. Çimkî ev pergala deshilatdariyê xwe weke pênceşerê di nava cîvakê û dervê civakê her dahîm bi pêşxistina şer xwedî dike. Li dijî vê jî encax bi xeyal û hembêzkirina hêviya azadiyê, li hemberê xapandin, li hemberê êrîşên dagirkeriyê bi taybetî yên kîmyasal barandinê, têkoşîn, berxwedaniyek, adaletek bi wate avakirin û dayînê derbas bikin. Yanî yekane rê ya derbaskirina van nexwaşiyan “ VEGERA AZADIYÊ” (AMARGÎ), cehwera cîvaka bi xawazayê re yek bû. Ango vegera pîvanên cîvaka ehlaqî û polîtîk bû. Yanî divê mirov –cîvak vegere cehwerê xwe. Ji xeynî wê xwe xapandin e, koledarî û xeta îxanetê ye. Xeta berxwedarî, rizgariyê û azadiyê zelal û nabe ku bê ehlaqiyê qebûl bike. Li hemberê dijminê xwazyê û mirovatiyê ên xeta îxanetê bê deng mayîn ne ehlaqî be. Mirov – cîvaka bi pîvanê ehlaqî û polîtîk ne mimkûne ku bê edaletiyê qebul bike. Encax em bi dengên bilind derxistinê, bi derketinek “Êdî Bese” dikarin xwe vê ferzkirina devletê û deshilatdariyê bi dawî bikin.”