Her sal dema biharê hemû der û cîran li ber deriyê xwe, li kêleka mala xwe û hema li der û dora mala xwe ji xwe re kartolan diçînin, Dema payîzê jî wan kartolan radikin, hinekî ji bo zivistanê li malên xwe, di kîlerên sar de vedişêrin, ên mayî jî binerd dikin, hinekî ji bo sala din, careke din, ên mayî jî ji bo xwarina xwe dihêlin.
Her sal dema em van kartolan radikin, paqij dikin, vedişêrin. Her kartolek ji bo me wek livek genim e, genim jî wisa ye ji bo me. Kartol di jiyana me de cihekî girîng digire, ew xwarina me ya payiz û heta pêşiya biharê ye. Di malê da qet tiştek tunebe jî kartol hene…
Qet ji bîra min dernakeve, sala par van çaxan, me jî weke hemû cîranan zeviyên kartolan rakir, par parî kir, seba zivistanê, seba sala din û yên mayî jî ger hinek cîranan ji xwe re kartol ne çandine para wan jî cuda dikin.
Par lî jora gundê me, keriyek pez û sê heb şivan hatin û bi cih bûn. Şivanan gotin îsal li dora gundê wan çêre û gîha pir kêm e, me jî ne xwest pezê wan birçî nemînin û vê zivistanê ew mêvanê gundê me ne.
Hemû gundî her roj, dor bi dor, nanê wan, xwarina wan, ava wan û şûştina cil û bergên wan dane ser stûyê xwe. Dem û roj wisa derbas bûn, rojekê diya min diçe ji çala kartolan hinek kartolan derxe û binêre ka axa li ser çala kartolan heye an na?
Dema diya min vegeriya malê, ji bavê min re got; “Hinekan çala kartolên me vekirine, di çalê da zêde kartol tune ne, dibe ku ew berazên biyanî bêhna wan girtibin û bi şev hatibin kartolên me xwaribin!”
Bavê min jê bawer nake, dibêje berazên biyanî kartolan naxwin, ew tiştên şêrîn hez dikin, ez ê îşev xwe li kêleka malê veşêrim, ka binêrim ew diz beraz in an hinekê din in?
Ew şev bavê min li kêleka malê xwe veşart, nîvê şevê bû, bavê min dibîne ku ew her sê şivan tên ser çala kartolan, tûrikê xwe tije kartol dikin û diçin. Bavê min ji bo ku ew şerm nekin, bi ser wan de nagire, sibetirê radibe diçe cem wan, ji wan re dibêje; “Çake me ya kartolan heye, her şev çend heb berazên biyanî tên wan kartolan derdixin, ez nizanim ez ê çawa ji destê wan kartolên xwe xelas bikim?”
Doh bi şev jî min dît ew berazên biyanî careke din hatin, tûrikên xwe tije kartol kirin û çûn. Min ne xwest ez wan bitirsînim, lê heta bahara pêşîya me ger ji wan kartolan libek nemîne, em ê jî bê kartol bimînin û wek wan berazan bikevin ser çalên kartolê cînaran.
Bila haya we jê hebe, hûn her dem hişyar in, dema hatin xeberê bidin me dibe gelo?
Piştî van gotinên bavê min, ew şivan ji bavê min re dibêjin; “Ew berazên biyanî em in, dema em hatin li vir cih bûn, we di hemû aliyan de alîkariya me kir, lê çavên me têr nebûn, em hatin diziya kartolên we.”
Niha heqê te heye ku tu me ji vê derê bavêjî, keriyê pez jî ji destê me bigire lê dîsa jî em dengê xwe dernaxin, Niha em pir şerm dikin ku me ev tiştan kiriye, em niha nizanin em ê çawa bikin. Hersê şivan radibin, dixwazin keriyên pezên xwe li wir bihêlin û herin ji ber şerman. Bavê min dibêje; “Na, hûn nikarin herin tu derekê, ev keriyê pez ne tenê yê we her sê şivanan e, ev yên hemû gundiyên we ne.”
Niha ez ji gundiyê me re tu tiştekî nabêjim, lê ez dizanim ku hûn careke din van xirabiya li gundiyan nakin. Sibetirê ew hersê şivan hatin nava gund, ji gundiyan re gotin, dema em hatin li vir bi cih bûn, we weke malbat em dane ber hembêza xwe, we hemû xwarinên xwe bi me re parve kir, lê me jî diziya kartolên we kir.
Em her sê jî ne mirovên baş in, dilê me xerab e, niha em lêborîna xwe dixwazin, Heqê me yê şivantiyê jî em ji we re dihêlin, em dizanin em mirovên ne baş in. Bavê min ji hemû gundiyan re got; “Heqê herkesî heye ku hinek kartol bibe, çi dibe bila bibe ji xwe re hilde, heqê van şivanan jî heye ne wisa?”
Gotin û gotin, ew şivan paqij kirin. Niha her sal ew şivan tên li jora gund zivistanê bi me re derbas dikin. Dizê kartolan jî tune ne, dilê kê bixwaze tê dibêje û têra xwe ji xwe re dibe.