Weke hemû heywanan, mirîşk jî li ser kurkê hêkan rûdinê, di navbera bîst û yek rojan de cûcikên xwe derdixe. Ew jî mezin dibin û li hevdu zêde dibin. Ên min jî pir in, her sal mirîşkên min jî li ser kurkên hêkan rûdinên û cûcikan derdixin. Ez jî ji ber zêdebûna wan, bi cînar û dost û hevalên xwe re parve dikim. Ew jî bê mirîşk namînin û ez jî.
Lê di nav ewqas mirîşkên min de dîsa jî ew kêm hêkan dikin nizam çima? Her roj, her serê sibê ewqas mirîşkên min dikin kirte kirt, dema hêkên wan tên ew wisa qîreqîrê dikin lê dîsa jî ez hêkên wan nabînim.
Rojek, du roj, sê roj. Ez xwe bi xwe fikirîm, gelo wana ji xwe re cîhekî din dîtine ku diçin li wir hêkan dikin? Di nava mirîşkan de ev bûyer pir çêdibin, ger cîhê xwe ne ecibînin diçin ji xwe re hin cîhên din peyda dikin û li wir hêkên xwe dikin.
Çend rojan ez li du wan ketim lê ji ber çavên min wenda bûn. Di navberê de çend roj derbas bûn, min ji cînara xwe Sêvê pirsî, gelo mirîşkên wê jî ji xwe re cîhên din ku em nizanin peyda dikin? Sêvê got; ew mirîşk hemû, car caran dema bixwazin li ser kurkê rûnên hêkên xwe vedişêrin, sewa ku em nebînin.
Tu dikarî di hundirê qelaxa kerma, nav loda gîha û car caran jî li der û dora malên cînarê xwe bigerî. Min got; Sêvê can, ez li pey hêkan ne ketime, ez dixwazim zanibim ka ew mirîşk li deran hêkên xwe vedişêrin, ez li pey wan ketime.
Sibetirê min hemû kar û barên xwe di cîh de hiştin û ez li pey wan mirîşkên xwe ketim. Ez li du wan çûm, min dît ku mirîşkên min yeko yeko ketin holîtka mirîşkên cînara min a din. Naxwazim navê wê li vir aşkere bikim. Ez wisa sekinîm, min got; waye ne çûne dûr, hatine serdana cînara min!…
Piştî demeke kin, min dî cînara min ji malê derket, tasek qûtê mirîşkan jî di destê wê de, spasiya mirîşkên min dike ku çawa jê re her roj hêkên belaş dikin.
Min bangî wê kir, got; Tu dizanî ev çend roj in ez li du mirîşkên xwe ketime, min çend caran jî ji te pirsî, te got min qet ew ne dîtine û avêt li paş stûyê xwe, niha ez dibînim ku waye ew di holîtka mirîşkên te da ne. Gelo çawa dibe ev?
Hema bi dengekî hêrs vegeriya û got; Erê dayê, niha jî ez bûme diza hêkên mirîşkên te qey? Ew hatine ketine nava mirîşkên min, ez jî nizanim çawa hatine. Ji ber gotinên wê êş kete serê min. Min got; Ger te bixwesta min ê hemû wan hêkan bidana te, em cînarê hev in, xwezî te bigota.
Dayê wê tenê ez kevir nekirim, giliyên nemayî li pey min got, min jî got; Ew hêk û mirîşk jî bila ji te re bin, ez wana naxwazim, Lê ev, ya ku tu min sûcdar derdixî ez ji wê acizim, de haydê bi xatirê te. Heta kengê ev xeyda min wê bidome nizanim. Niha diza hêkên mirîşkan ji min hêrs bûye…