Xwediyê malê bi kûçikên xwe ewle ne. Êvaran pezê xwe dikin hewşa gomê û diçin mala xwe. Gom hinek dûrî mala wan e.
Li bajarê Mêrdînê malikek ji xwe re pez xwedî dike. Ji bo parastina pez cotek kûçikên Kangalê yê Sêwazê jî anîne. Kûçikên Kangalê hem gurxenîq in, hem jî nahêlin kesên biyan bikeve nava pez.
Xwediyê malê bi kûçikên xwe ewle ne. Êvaran pezê xwe dikin hewşa gomê û diçin mala xwe. Gom hinek dûrî mala wan e.
Dizên wê der û dorê digihîjin hev dibêjin:
– Pezê filankes di hewşa goma wî de ye. Gom ji mala wî dûr e, dengê pez naçe xwediyê malê. Lê du heb kûçikên wî yên xedar hene. Gelo em çawa bikin pez ji hewşê derxin?
Dizek dibêje:
– Heyra hûn qamyonan eyar bikin. kûçik rehet in.
Yek dibêje:
– Kuro qamyon amade ne. Kûçik çawa rehet in?
Ew dibêje:
– Herin 2 şûşe şeraba kesme ji Midyadê bikirin û hinek arvan jî bînin.
Dizekî diçe du şûşe şeraba kesme dikire û arvan dibe şûna hevalên xwe.
Radibin şeraba kesme dikin avê dihelînin. Arvan davêjin navê bi şerab û arvan hevîr dikin. Hevîrê xwe li tenûrê dixin dikin nan. Nanê xwe dibin û piştî eşyayê qamyonên xwe dibin di ber kendalekî nêzî gund de dihêlin û dimeşin diçin nêzî gomê.
Kûçik direyin û ber bi wan diçin. Ew piço piço nan diavêjin ber kûçikan. Kûçik nan dixwin, de de de wele kûçik êdî nikarin ji erdê rabin serxweş dibin bêhêz dimînin. Diz pez ji hewşê derdixin. Du heb ji wan pez dibin şûna qamyonan. Du diz jî kerê dibînin. Kerê xwediyê pez jî li hewşê girêdayî ye, Têrên ku pê diçin avê ji kaniyê tînin vala li ser cila kerê ne. Diz cila kerê diavêjin ser pişta wî dişidînin, têrê davêjin ser.
Her kûçikek dikin aliyekî têrê û baş girê didin ku kûçik nikaribin xwe tev bidin û diçin.
Dema bi rê dikevin derî vekirî dihêlin hefsarê kerê li serê kerê dilefînin bera derve didin. Ku ker ji hewşê derdikeve rast diçe newalê taveheyvê diçe diçêre.
Diz pez bar dikin dibin diçin. Ka heya sibehê qamyon di çend bajaran re derbas dibe. Diçin û hey diçin. Serê sibê kurê xwediyê pez diçe ku here pez berde. diçe mêzedike pez di hewşê de nîne. Kûçik jî nexuyane. Dizivire diçe ji bavê xwe re dibêje:
– Bavo pez û kûçik û ker ne li hewşê ne.
Bavê wî dibêje:
– Law qey derî vebûye pez ji hewşê derketiye. Ker û kûçik jî bi pez re derketine. Herin li nawalê mêze bikin. Lawik diçe li newalê mêze dike. Dibîne ku ker li newalê diçêre û herdu kûçikên wan jî di têrê de ne li ser pişta kerê girêdayî ne û kûçik xemandîne. Bi hefsarê kerê digire dibe malê.
Ew û bavê xwe têrê ji ser pişta kerê datînin û kûçikan ji têrê derdixin. Kûçik nemirine lê weke di xewek giran de bin. Ji wan yek diçe Midyadê beytar tîne. Beytar li kûçik mêze dike.
Devê wan bîn dike û dibêje:
– Xalo wele bîna şerabê ji devê kûçikên we tê. Wan şerab vexwarine, serxweş in.
Xwediyê pez dibêje:
– Law van kûçikên xedar kê, çawa şerab daye wan. Vana bi şev biyanan parçe dikin. Kes newêre nêzî wan bibin?
Beytar dibêje:
– Xalo vana bi şerabê hevîr dikin û nan dipêjin û diavêjin ber kûçikan. Kûçik dema nan dixwin ji ser hişê xwe diçin. Canê wan ditevize, nikarin xwe tev bidin û bileqînin. Van dizan jî wisa kirine û kûçikên we girêdane.