1 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Diyariya dewletê: Sala nû zemên nû

Bi zêdekirina Rêjeya Baca Taybet a Xerckirinê zem hat ser benzin, mazot, cixare û alkole.

Rêjeya Baca Taybet a Xerckirinê ya ku dê di sala 2026an de were standin hat diyarkirin. Biryar bi îmzeya Serokomar Tayyip Erdogan di Rojnameya Fermî de hate weşandin. Baca Taybet a Xerckirinê ji bo sotemeniyê ji % 6,95 û ji bo cixare û vexwarinên alkolî ji % 7,95 zêde bû.

Berî vê rêziknameyê, Baca Xerckirinê ya Taybet (OTV) wiha bû: Serê lîtreya benzînê 13.86 lîre, mazot 12.99 lîre serê lîtreyê, LPGê 10.64 lîre, cixare 55.5 lîre serê paketekê, ji bo bîrayê 11.57 lîre serê lîtreyê, ji bo şerabê 56.87 lîre, ji bo hin vexwarinên alkolî 17.78 lîre, û ji bo rakiyê 15.8 lîre.

Li gorî biryarê, bihayê Baca Xerckirinê ya Taybet (OTV) wiha hatin zemkirin: ji bo benzînê 14.82 lîre, ji bo dîzelê 13.9 lîre, ji bo LPGê 11.38 lîre, ji bo her pakêtek cixareyê 56. 78 lîre, ji bo bîrayê 12. 49 lîre, ji bo şerabê 61.39 lîre, ji bo cin û vodkayê 19.19 lîre û ji bo rakiyê jî 17.06 lîre.

Erol Dundar, Serokê Komeleya Alîkariya Hevbeş a Firoşkarên Titûnê (TBYD) got: “Hêviya me ya bazarê ew e ku di koma cixareyan de bihayê 5 TL û di koma vexwarinên alkolî de jî % 15-20 zêde bibe.”