Di 7-8ê Hezîranê de bi munasebeta Cejna Qurbanê malbatên girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê çûn giravê û hevdîtin pêk anîn. Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hevdîtin pêk anîn. Abdullah Ocalan, piştî 26 salan cara yekemîn bi zarokan re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de kurê xwişka wî ya Fatma Ocalanê Alî Ocalan, nêvîyên wê Ronahî Arjîn (10) û Dîlan Arîn Ocalan û biraziyê wî Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan beşdarî hevdîtinê bûn. Hevdîtin du saet domiya. Alî Ocalan ku yekem car çû Îmraliyê ji nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Ceylan Şahînli re axivî .
Alî Ocalan, anî ziman ku bi salan e dixwaze biçe Îmraliyê û hemû serlêdanên wî bê bersîv dimînin û got: “Rojek beriya cejnê telefon jêre hat û gotin ‘Serlêdan hatiye qebûlkirin. Di hevdîtina herî dawî ya malbatê de xwest dayika min jî bibîne. Lê dayika min hem nexweş e û hem jî divê refakatkarek pêre hebe. Min xwest ez wekî refakatkar pêre biçin. Şevek beriya cejnê parêzer telefon kir û diyar kir ku daxwaza te hatiye qebûlkirin. Ez pir kêfxweş bûm. Ez 50 salî me. Yekem car min bi Serok re hevdîtin kir. Ji ber ku dayika min nexweş bû, me got belkî hatina wê ji bo tenduristiya wê bi pirsgirêk be. Ji ber vê yekê me biryar da ku ez li gel keça xwe Ronahî, Dîlan û Omer Ocalan biçin Îmraliyê û em ketin rêya Îmraliyê.”
Pênûs diyarî zarokan kir
Alî Ocalan da zanîn ku nêzî saetekê bi ferîbotê çûn Girava Îmraliyê û got: “Em dema çûn gravê em derbasî salonê bûn. Nêzî 5-10 deqîqeyan em rawestiyan piştre me dît Serok hat. Me ew peşwazî kir. Cejna min û zarokan pîroz kir. Piştî 26 salan yekem car zarok dît. Eleqeyek mezin nîşanî zarokan da. Ew maç kirin. Pirs ji wan pirsî. Got ‘Hûn diçin dibistanê an na? Pênûs diyarî wan kir û got ‘Bixwînin’ Ji Ronahî re got ‘Tu bixwîne tu dixwaze bibe çi? Ronahî jî got ‘Ez dixwazim bibim parêzer.”
Alî Ocalan da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan bi giştî reşwa gund û Rihayê ji wî pirsî ye û wiha got: “Rewşa Xalfetiyê ji min pirsî. Hin hevalên xwe yên li gund pirsîn. Xizmên xwe yên ku jiyana xwe ji dest dane bibîr anî. Got ‘Ew kes ji bo me bi qîmet in. Xwest ez ji hemû gundiyên Xelfetîyê yek bi yek silav bikim. Min jî hemû kesên pirsa Serok kir silavên Serok ji wan re got. Min ew pir çalak û bi xîret dît. Li ser xwe û zindî bû. Got ‘Em li vir jiyaneke nû ava dikin. Wê zindîbûn û xîreta wî hêz û quwet da me jî. Pir bi hevî û kelecan bû. Got ‘Ez ciwan û zindî me. Li xwe pir miqate me.’ Piştre bi zarokan re eleqeder bû û pênûs diyarî wan kir.”