Di 8ê çileya îsal ji aliyê rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî hat erêkirin.
Li dijî vê biryara darvekirin gel li seranserî cîhanê gel bertekên mezin nîşan didin û banga betalkirina cezayê darvekirinê tê kirin.
Têkildarî mijarê, çalakvana Mafên Jinan Diyarî Fereydûn axivî û got: “Pexşan Ezîzî yek ji jinên kurd yên rojhilatê Kurdistanê ye ku ji aliyê Îranê ve biryara darvekirinê li ser hatiye sepandin û dixwazin bi vî rengî serhildana jinan biçewisînin. Rejîma Îranê bi darvekirina jinên kurd nagihe armanca xwe.”
Di dawiyê de Diyarî Fereydûn wiha anî ziman: “Divê her çar parçeyên Kurdistanê li hemberî darvekirina Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî helwesteke wêrek raber bikin. Em ê dengê wan bigihînin Netewên Yekbûyî û ji bo raya giştî zelal bikin ku ew bêsûc in û divê werin azadkirin.”