Diyardeya diyalektîkî, zagona guherîna diyalektîkê wekî her qadê bêguman di warê çandê de jî derbasdar e. Wekî her tiştî çand jî guherbar in û mirov dikare bêje ku di hin aliyan de hişk û xwegirtî ne, yanî dogmatîk in. Dibe ku ev guherîn di hin rewşan de hêdî hêdî pêş dikeve lê di hin rewşan de jî bi lez û bez pêk bê. Çand û pergalên çandî bi xwe û bi binesaziya xwe bandorê li ser hev dikin. Her pergaleke çandî xwediyê bingehekê ye. Lewma jî nirxên li ser vê bingehê tê avakirin, dê li gorî wê biguhere. Ji ber ku şert û merc diguherin û hewcedariyên nû derdikevin pêşberî civakê, pirsgirêkên nû û çareseriyên wan xwe li ser vê bingehê ferz dikin, dê hişmendiyeke nû ya ku dikaribe bibe bersiv pêş dikeve. Dîsa li gorî vê yekê, sazî û rêxistinên pergalên çandî yên ku van hemûyan dihewîne, derkeve holê û neçare ku pêş bikeve. Her çendî hin pergal xwe wekî neguherbar û ebedî nîşan dane jî, lê dem û dîrokê îspat kiriye ku ev xeletî ye û guherîn neçar e.
Li gorî hin teoriyê ji aliyê terorîsyenên bi hişmendiya desthilatî tevdigerin hatine pêşxistin, ‘divê di xwezayê de mirovên bihêz, sewalên bihêz, çanda bihêz, civak û netewên bihêz û hwd. li ser piya bimînin.’ Ev tez û nerîneke gelekî seqet e. Armanca vê hişmendiyê ew e ku hemû rengê civakê ji holê rake, yek çandî û yek zimanî pêş bixe ku ew jî bi xwe re serdestiyê tîne. Wekî ku Manuel De Landa dibêje; “Fikra ‘jiyana herî baş’ ku wekî Darwînîzma Civakî tê binavkirin, dema ku bi çanda mirovan re hate adaptekirin rê li ber zirarên pir mezin vekir. Ev şaşfêmkirin veguherî tevgereke ‘afirîneriya nijadî’ û piştre bû îlhama polîtîkayên paqijkirinê yên nijadperestên Naziyan.”
Her wiha dema em li çandan dinêrin; her çand an jî pergalên çandî taybetmendiyên xwe hene ku wê ji yên din cudatir dike. Lêbelê, mirov nikare bêje tu çandek bi tevahî homojen e. Bi gotineke din, her çand hem di bin bandora çandên cîranên derdora xwe de ye, hem jî bandorê li wan dike. Her wiha, her çand û şaristanî şopên xwe hildigire û di bin bandora yên beriya xwe de ye. Ji ber vê yekê, mirov nikare bêje çandeke ku bi temamî aîdî gel û civakekê ye. Ji ber ku beriya her tiştî îdiayekeke wiha bi rastiya jiyanê re neguncav e. Ji bo vê jî tê qebûlkirin ku dîroka mirovahiyê dîroka têkiliyên çand û şaristaniyan e. Pêşketin û guherînên heyî yên çandî û civakî jî di encama van têkiliyan de rû didin.
Ji bo îroyîn jî ev têgihiştin pir girîng e. Ji ber ku şovenîzma çandî veguheriye nexweşiyeke dijwar a tunekirina civakê. Bi taybetî jî li Kurdistan, Anatolya û Rojhilata Navîn ku di her heyama dîrokê de bûye mozaîka gelan û îro jî heman taybetmendiyê diparêzin, lê belê bi nêzîkatiyên teng, neteweperest û nîjadperest tê xwestin ku ev çand ji holê bê rakirin û homojeniyeke li derveyî xwezaya mirovatiyê bê avakirin. Ev helwest rê li ber pirsgirêkan vedike çareseriya pirsgirêkên li herêmê dijwar dike. Xwediyên zihniyet û navendên siyasî yên bi vî rengî ne tenê xwe mehkûmî xitimandinê dikin, di heman demê de hemû gelên herêmê dikişînin ber çarenûseke wiha û di metafora xeleka xerab de wan difetisînin. Her wiha rê li ber şerên dijwar ên nijadî û netewan jî vedike.
Li dijî vê nêzîkatî û ferasetê, helwesta herî guncav û mirovî, ji bo cewhera azadîxwaziya mirov û mirovatiyê helwesta xwezayî û ekolojîk e. Ji dêvla ku bêje; “bila yê herî xurt û bihêz bijî” hewceye ku dibêje, divê her reng were parastin, her çand bijî bê pêşxistin û parastin. Ev nerîn û feraset jî dê bedewiyê bide çanda giştî ya mirovatiyê û rê li ber jiyanek aram û dewlemend vebike.