4 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Diyaloga ji bo Nukleera Îranê dîsa dest pê dike

Piştî rawestandina 5 mehan dîsa ji bo diyalogên der barê bernameya nukleera Îranê de li Viyanayê li hev dicivin. Ev civîn, rûniştina duyemîn a cara 7’an e ji vê diyaloga di navbera Îran û DYA’yê de. Doh herdu aliyan li ser bernameyeke kar li hev kiribû û dema 2 rûniştên din destnîşan kiribûn. Li gorî daxuyaniya kordînatorê ewropî Enrique Mora dê di rûniştina pêşî de rakirina ambargoyên li ser Îranê were nîqaşkirin û ya duyemîn jî der barê pêşketinên bernameya nukleer ya Îranê de be. Mora der barê diyalogê de wiha got: “Dê helwesta rêveberiya nû ya Îranê li ber çavan were girtin û niyeta Tehranê ya vegera li peymana nukleerî heye”

Ji aliyekî din ve nûnerê Rûsyayê yê kordînatoriya Ewropayê Mikhail Ulyanov jî wiha got: “Di diyaloga doh de atmosfereke erênî hebû û serkeftî derbas bûye”

Berdevka Qesra Spî Jin Saki jî der barê heman mijarê de axifî û nêrînên welatê xwe wiha anî ziman: “Armanca welatê me vegera Îranê ya li peymana nukleerî ye û pêwiste ku ew girêdayî peymanên berê bimîne, yên ku di dema serokê berê Barack Obama de hatibûn imzekirin”

Ji aliyekî din ve Serokê heyeta Îranê ya diyalogê Alî Baqirî doh dabû xuyakirin ku wan hin hevdîtinên erênî bi aliyên vê peymanê re kirine û bi taybetî hevdîtinên bi heyetên Rûsya û Çînê re. Baqirî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Îranê bi amadekarî û vîneke xurt tevli van diyalogan dibe û ev jî cidiyet û biryardariya Îranê destnîşan dike ku gavên wêrek werin avêtin û ev ambargoya zalim û ne qanûnî ji ser gelê Îranê were rakirin.”