Gîvara Şêx Nûr li ser diyalogên ku di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de pêş bikeve analîzek nivîsand.
Analîza Gîvara Şêx Nûr a bi sernavê “Diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de” wiha ye:
Axaftinên li ser hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên nêzîkbûna ji hikumeta Şamê ve didomin. Beşar Esed destnîşan kiribû ku ew ji bo diyaloga bi dewleta Tirk a dagirker re bi merca ku ew ji xaka Sûriyeyê derkeve, amade ye. Lê tevî wê jî, berî nêzî 2 hefteyan Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê teqezî bi girîngiya vekişîna artêşa Tirk a dagirker ji xaka Sûriyê da. Ev merc jî ji aliyê Beşar Esed ve bi rêya dezgehên çapemeniyê hat teqezkirin.
Nivîskar û şîrovekarê Sûriyeyî Ehmed El Durzî diyar kir ku nêzîkbûna ji hikumeta Şamê bi wergirtina hikumeta Şamê ya garantiyên bibelge û nivîskî ji hêla Rûsya û Îranê ve girêdayî ye. Bi wê re divê Tirkiye pabendî vekişîna ji xaka Sûriyeyê be û çeteyên xwe li wan herêmên dagirkirî bihelîne.
Lê belê dewleta Tirk a dagirker ji tu deveran venekişiya û hîn jî wê Serêkaniyê, Girê Spî, Efrîn, Cerablis, Bab, Ezaz û Idlib dagir kirine û bi dehan baregehên xwe yên leşkerî ku tê de bi hezaran leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hene, li wan deveran hiştine. Her wiha bi awayekî bênavber jî li dijî kûrahiya xaka Sûriyeyê êrişan pêk tîne.
El Durzî diyar kir ku hikumeta Şamê hewl dide ji daxwaza dewleta Tirk a dagirker a nêzîkbûnê sûd wergire da ku pirsgirêkên xwe çareser bike. Nexasim ku Rûsyayê teqezî bi girîngiya nêzîkbûna Enqereyê ji Şamê kir.
El Durzî wiha got: “Diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de dê helwesta Şamê ya li hemberî dagirkeriya Tirk xurttir bike. Bê guman çareserî di navbera Qamişlo û Şamê de ji bo pêkanîna aramiyê û xurtkirina helwesta Şamê di dan û standina bi Enqereyê re ye, girîng e.”
Rêveberiya Xweser jî gelek caran ragihandibû ku ew ji bo diyaloga bi Şamê re amade ye, lê belê Şamê tu gavên erênî ji bo vê yekê neavêtin.
El Durzî bal kişand ser bandora navneteweyî di şerê li Sûriyeyê de û wiha pê de çû: “Rewşa li Sûriyeyê teqezî pê dike ku bi aliyên navneteweyî û herêmî ve girêday ye. Ji ber ku komên li Sûriyeyê heyî bi dewletan ve girêdayî ne. Ji lew re Şam hewl dide alozî û pirsgirêkên herêmî û navneteweyî yên di Sûriyeyê de çareser bike, ji ber ku piştî çareserkirina wan, pirsgirêkên hundirîn dê bi awayekî xweber çareser bibin.”
Girêdayî mijarê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi zelalî nerazîbûna xwe li hemberî nêzîkbûna Şam û Enqereyê nîşan dabû û parêzerê berê yê Dêrazorê Semîr Osman El Şêx bi bihaneya pêkanîna sûcên şer û sûcên dermirovî, piştî 4 salan ji mayîna wî li Amerîkayê, destgîr kir.
Berê jî berpirsên dewleta Tirk a dagirker gotibûn ku Îran hewl dide pêvajoya nêzîkbûnê asteng bike.
El Durzî diyar kir ku vegerîna têkiliyan misogeriyek e, lê belê divê bi serweriya dewleta Sûriyeyê ya li seranserî xaka wê were îtîrafkirin, dewleta Tirk a dagirker êdî destwerdanê di karûbarên hundirîn de neke, komên terorîst ên ku dewleta Tirk a dagirker destekê dide wan werin helandin û aliyên xwedî bandor di aloziya Sûriyeyê de li hev bikin. Ev merc jî ne li gorî daxwazên dewleta Tirk a dagirker in.
ÇAVKANÎ: Gîvera Şên Nûr/ ANHA