Desthilata AKP-MHP’ê her ku tengav dibe berê xwe dide kurdan û dest bi operasyonên leşkerî û siyasî dike. Ev demek dirêj e Amed û Enqere bûne navenda birêvebirina operasyonên binçavkirinê û girtinê. Herî zêde jî rojnameger para xwe ji van operasyonan digirin. Di meha cotmehê ya 2022’yan de navenda wê Enqere li dijî rojnamegeran operasyoneke berfireh hatibû kirin û 9 nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) hatibûn girtin. Danişîna ewil a van rojnamegeran di nav hefteyê de hat dîtin û her neh rojnameger jî hatin berdan.
Ji rojnamegeran Ceylan Şahînlî ji rojnameya me re axivî û qala armanca van operasyonan û zextên li girtîgehan kir. Şahînlî, diyar kir ku di hezîrana 2022’yan de operasyonek li dijî çapemeniya azad pêk anîn û got ku di encama vê operasyonê de tevî rojnamegerên azad hat girtin. Şahînlî da zanîn ku beriya ku ew were girtin jî wan gelek nûçeyên der barê girtigehan ne çêdikir û wiha axivî: “Xuyaye ku tenê kurdbûn jî besî darizandina te ye. Ev pergala ku niha dijberî me ye tenê rêyek dide pêşberê me. Ew jî me mecburî têkoşînê dike. Em encax bi têkoşînê dikarin ser piyê xwe bisekinin lê wexta wek kesekî kurd têbikoşî jî dê derheqê te de dozê vedikin. Di van darizandinan de jî dadgeh wek amûreke tê bikaranîn lewra darizandina kurdan li ser hiqûqa dijminatiyê tê meşandin. Ez dikarim di vê hêlê de dozên ku li ser me hatine vekirin mînak bidim lewra me vê bêhiqûqiyê yek bi yek li ser xwe dît û ceriband. Lêpirsîneke ku qet ne hewceye îfadedayînê bû em 7 meh di girtigehan hatin girtin û piştî du roj bi ser hilbijartinê de derbas bû serbest berdan.”
Şahînlî der barê bêhiqûqiyên ku di gitîgehan de tên kirin û tecrîda ku edî li ser hemû gel tê meşandin de jî wiha got: “Niha herî zêde di girtîgehan de bêhiqûqî tên jiyîn. Gelek saziyê neteweyî yên sivîl jî dibêjin ku îşkenceya herî mezin ew e ku tu kesekî ji azadiya wî/wê dûr bixî û desteser bikî ye. Jixwe me tim digot ku niha li vî welatî tecrîdeke girankirî heye û ev tecrîd li seranserê û welat xistine meriyetê. Me jî vê tecrîdê yek bi yek li ser xwe dît û bi awayekî herî giran ceriband. Ligel ku me li hemberî qedexe û astegiyên li ser tên meşandin daxwazname nivîsand jî encax piştî sê heftan bersivê didin. Waxta mirov tenê li vê rewşê jî binêre binpêkirina mafan tê ber çavan.”
Her wiha Şahînlî da zanîn ku di girtîgeha Sîncan a ku ew tê de diman de herî dawî 14 girtiyên jin bi hincetên vala û dijhiqûqî infaza wan taloq kirin û wiha berdewam kir: “Lijneya Çavderiyê ya Rêveberiya Girtîgehê li girtiyên ku diviya bihatina berdan pirsa tu poşmanî yan na? Çima di HDP’ê de xebatê dimeşînî û di partiyên din de nameşînî? dikir. Her wiha li gelek kesan jî zexta sîxurtiyê ferz dikin. Ji ber ku van kesan poşmanî û sîxurtî qebûl nekirin berdana wan taloq kirin. Niha di girtigehan li ser girtiyan polîtîkayên bi vî rengî tê meşandin û ev jî li dijî mafên mirovan û dijî hiqûqê ye.”
Şahînlî nêrinên xwe yên li hemberî polîtîkayên ku li dijî kurd û herêmên kurdan tên meşandin de jî got ku di vî welatî de hiqûq ji bo kurdan cuda tê bikaranîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Her çiqas bê gotin, di makaqanûnê de hemû hemwelatî di aliyê mafan de wekhev in jî di pratikê de ji bo kurdan ne derbasdar e. Lewra em rojnameger in divê em biçin bajaran, nûçeyan çêbikin û lêkolînên xwe bikin lê mixabin hemû gavên ku ji bo em karê xwe bikin avêtiye bi şahidên veşarî, vekirî û hwd. derheqê me de doz hatiye vekirin, ev jî kirine hincet ku me bi salan û mehan girtî bihêlin. Her çiqas em bi daxwaza wekheviyê derdikevin qadan jî, zext û zordariya girtin, desteserkirin û tundiyê li ser serê me dimeşînin. Lê dîsa jî divê em dev ji daxwazên xwe yên wekhevî û demokrasiyê bernedin û heta dawî li ser van mafên xwe yên mirovî têbikoşin û xwe biparêzin. Anku em ê di vê pêvajoya reş û tarî qet xelas nebin.”