Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), di 18’ê adara 2014’an de der barê serlêdana parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de biryar dabû ku cezayê muebeta giran a li Ocalan hatiye birîn li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Lê Tirkiyeyê ji bo ku ev biryar bi cih were tu gavên şênber neavêtin. Her wiha biryara ku weke “Ocalan-2” jî tê binavkirin Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo ku Tirkiye “mafê heviyê” qebûl bike pêvajo dabû destpêkirin. Lê Tirkiyeyê di 30’ê tebaxê de aşkera kir ku Abdullah Ocalan ji “mafê hêviyê” bêpar hatiye hiştin û ev biryar nas nekir û ji nedîtî ve hat.
Der barê biryara “Ocalan-2” de gelek saziyên sivîl û parêzerên Abdullah Ocalan serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dan. Li ser vê yekê Komîteyê xwest ku Tirkiye heta dawiya meha îlonê agahiyên der barê vê biryarê de bide. Lê heta niha Tirkiyeyê tu bersiv nedaye. Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Îlknûr Alcan têkildarî mijarê ji rojnameya me re axivî.
Hevserok Îlnûr Alcan, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku Tirkiye tu guhertinan ji bo rewşa Abdullah Ocalan çênake û wiha got: “Tirkiyeyê der barê vê rewşê de tu guhertinên fermî çênekirine. Em jî weke saziyên ku mafên mirovahiyê diparêzin; Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî (TOHAV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) ji ber ku Tirkiye tu guhertinên fermî nake me jî li gorî qanûna madeya 9/2’yan serî li Konseya Ewropayê da.”
Cezayên dîsîplînê yên propagandayê
Alcan, destnîşan kir ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, der barê biryara “Ocalan-2” de pêvajo dabû destpêkirin û xwest ku Tirkiye jî li gorî wê tevbigere û wiha axivî: “Jixwe parêzerên birêz Abdullah Ocalan der barê vê rewşê de gelek caran agahiyan didin. Heke Tirkiye di pêşerojê de ji bo mafê hêviyê guhertinan çêbike dixwaze Abdullah Ocalan derveyî vê guhertinê bihêle. Ji ber wê jî cezayên dîsîplînê, astengkirina hevdîtina malbatan bi hinceta van biryaran tên amadekirin. Van cezayan ji bo li dijî Abdullah Ocalan weke propaganda bê bikaranîn didinê.”
Îşkence û cezayê muebetê heman in
Di berdewama axaftina xwe de Alcan, bi lêv kir ku ji bo biryara “Ocalan-2” divê Tirkiye heta dawiya vê mehê bersiv bide û ev tişt anîn ziman: “Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, di çarçoveya serlêdana madeya 9/2’yan de ji Tirkiyeyê re gotibû ku heta dawiya meha îlonê der barê biryara “Ocalan-2” de bersivê bide. Ev pêvajo ne tenê ji bo salekê derbasdar e. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di 2014’an de biryara binpêkirinê dabû û gotibû ku cezayê girtîgehê ya muebeta giran û îşkence heman tişt in. Pêwîst bû ku Tirkiyeyê di nava van 8 salan de guhertinên fermî bikira û li gorî wê gav biavêtina. Her wiha diviyabû cezayê muebeta giran û ya înfazê ji nava qanûnên xwe rakira. Lê ev nekir. Sala borî Komîteya Wezîran heta 22’ê îlonê wext dabû û diviyabû Tirkiyeyê heta wê demê gavên şênber biavêta lê ji bona vê rewşê jî heta niha tu bersiv nedaye.”
Hemû qanûnan bin pê dikin
Alcan, diyar kir ku Tirkiye dixwaze bi tecrîdê têkiliyên Abdullah Ocalan ên bi civakê re qût bike û wiha pê de çû: “Weke tê zanîn li vî welatî pêvajoyek çareseriyê pêk hatibû. Abdullah Ocalan jî di vê pêvajoyê de bi aktîf rol girtibû ser xwe. Ji ber wê jî dixwazin bi vê tecrîdê pêşiya çareseriyê û aştiyê bigirin. Heta doh bi birêz Abdullah Ocalan re muzakere dikirin lê îro tu lê dinêrî ji bo Abdullah Ocalan hemû qanûnan bin pê dikin. Heke Tirkiye van biryaran bi cih neyne wê Konseya Ewropayê li Tirkiyeyê danekirinan pêk bîne. Der barê vê mijarê de îhtimal heye ku pêvajoyekê bide destpêkirin. Heta dibe ku Konseya Ewropayê Tirkiyeyê bi temamî ji derveyî xwe bihêle. Heke Tirkiye gavên şênber neavêje heta civîneke din mafê me heye ku em agahiyê bidin Konseya Ewropayê.”
Helwesta wan siyasî ye
Di dawiya axaftina xwe de Alcan, bi bîr xist ku ji bo rewşa Abdullah Ocalan serî li saziyên Ewropayê didin û ev tişt gotin: “Me heta niha serî li CPT û Konseya Ewropayê daye. A rast em bawer nakin ku ev pêvajo dirêj berdewam bike. Lê mixabin der barê rewşa Abdullah Ocalan de helwesta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî siyasî ye.”