Ziman mifteya mejiyê însan e. Mirov bi ziman dikare xezîne, dewlemendî û rengîniya cîhana mejiyê xwe bide pêşandan û bi civak û cîhanê re parve bike. Eger ziman nebe dê ew xezîne, zêr û cewherê di qefesa serê mirov de asê bimîne û dê cîhan ji wê xezîneyê sûdê negire.
Ji ber her seriyek mejiyeke û her ziman jî mifteya mejiyekî ye; dema hemû mejî bi mifteya ziman diherikên gola civakê, hişê hevpar ê civakê pêş dikeve. Civak ji wê golê avê vedixwîn û dijîn. Ji ber vê yekê hişê civakî pir dewlemend û afirîner e. Ji ber vê yekê hişê civakî pir qehîm, bi hêz û hilberîner e. Bi hezaran salan hişê civakî li dijî hemû zor û zehmetiyên heyî civak parastiye û her tim xwe pêş xistiye.
Di rastiyek wisa de dema îro em li rewşa zimanên cîhanê dinêrin, her tim hêzên serdest dixwazin zimanê bindestan, kêmaran ango mêtingehan qedexe bikin. Çima? Ji bo wê netewe-civakê ji wî cewher, xezîne û hêza parastin û afirîneriyê bêpar bihêlin. Ji hêza hişê civakî û dîrokî bêpar bihêlin. Ji ber vê yekê dewlet ku xwe wekî hêza pîroz dibînin, naxwazin ji xeynî zimanê wan ê fermî zimanekî din pêş bikeve. Daxwazin mifteya mejiyê wan tune be. Dixwazin mifteya her mejiyekî bişkînin û winda bikin. Ji ber vê yekê îro zimanên bindestan asteng dikin, qedexe dikin, ango înkar dikin. Ji bo ew ziman-mifte nikaribe xizmeta wî mijî û xezîneya herî dewlemend bike.
Dema îro em li pênaseya ziman a ji aliyê saziyên dewletê ve hatine kirin dinêrin, em dibînin ku ziman wekî hebûna miletekî tê dîtin. Em bi hev re li pênaseya Wezareta Perwerdehiyê ya Komara Tirkiyeyê binêrin.
Li gorî pênaseya Wezareta Perwerdehiyê ya Komara Tirkiyeyê ziman; miletekî li ser piyan digire, berdewama hebûna wî diparêze, hiş û hafizaya neteweyî xwedî dike û xurt dike, hîs û hezkirina girêdana neteweyekî pêş dixe û mirovê aydî civakekê bêtir nêzî hev dike. Her wiha yekitiya civakê pêş dixe. Ji ber vê yekê ziman ji bo neteweyekî nebe nabe. Ji bo vê yekê hebûna miletekî bi hebûna ziman ve girêdayî ye.
Li gorî pênaseya kovareke ilmî û zanistî ziman di navbera mirovan de fêmkirin û lihevkirinê pêş dixe, amûrek xwezayî û xwedayî ye. Hebûnek zindî ye. Taybetiya mirovan a herî berbiçav ku ji zindiyên din cudatir dike zimanê mirov e. Taybetiya neteweyekî ya herî berbiçav ku ji neteweyên din cuda dike jî ew zimanê zikmakî ku pê diaxive ye.
Di aliyê felsefeya ziman de, mirov tenê dikare bi ziman têkeve kurahiya cîhana hebûna xwe. Dikare kurahiya cîhana xwe bibîne û wate bide hebûna xwe. Çiqas karibe kurahiya cîhana xwe ronî bike dikare jiyana xwe jî bi wate bike. Her wiha dikare bêtir wateyê bide jiyanê. Li gorî wê wate û ronahiyê jiyana xwe ya li ser ruyê cîhanê bi teşe û rêxistin dike. Ev bêtir jiyana kes dewlemend û rengîn dike. Eger zimanê mirov tune be, dê ji dewlemendî û rengîniya jiyanê bêpar bimîne û her tim reşbînî û neyînî bijî. Dê kêfê ji jiyanê û civakê negire. Eger ziman tunebûya dê mirov ji hemû pêşketin û serkeftinan bêpar bimaya. Her çend mejiyê mirov hebe jî, eger ziman tune be, dê nikaribe afirandin û hilberînê pêş bixe. Ji ber vê yekê ye ku mirov li gorî sewalan hilberîner û afirîner e. Her dim di jiyana xwe û derdora xwe de guhertin û veguhertinê pêş dixin.
Li gorî van pênase û şiroveyên li ser ziman hatine kirin, em dikarin hîn şênbertir wate bidin ku îro çima dewleta tirk bi ser saziyên kurdî de digirin. Çima dibistanên kurdî, saziyên kurdî mohr dikin. Çima xizmetkarên zimanê kurdî binçav dikin. Herî dawî di 24’ê îlonê de polîsan bi ser MED-DER, ANKA û Payiz Pirtûkê de girtin. Gelek alav û amûrên wan û pirtûkên wan desteser kirin. Zêdeyî 29 xizmetkarên zimanê kurdî binçav kirin. Hefteyek berî wê malpera rojnameya Xwebûnê asteng kirin. Mehek berê ciwanê kurd Hekîm Lokman ji ber bi kurdî axivî qetil kirin. Ev hemû hiş û polîtîkaya dewletan a li dijî zimanê bindest û mêtîngeran e. Naxwazin ji bilî zimanê dewletê yê fermî milletekî din bi zimanê xwe biaxive. Ji ber ku ji pêşketin û serkeftina wê netewe û civakê ditirsin. Ji bo wê jî ji têkçûna serxweriya xwe, ditirsin. Lê ne de ferqê dene ku derketina wê xezîneya veşarî dê siberoja wan jî dewlemend bike û ronî bike. Ne di ferqê dene ku bi şikandina wê mifteyê pêşiya xwe jî tarî dikin.