12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dîwana Edaletê ji hikumeta Şamê xwest ku dawî li îşkenceyê bîne

Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ku organa dadgeriyê ya herî bilind a Neteweyên Yekbûyî ye, ferman da Sûriyeyê ku dawî li êşkenceyê û kiryarên zalimane û biçûkxistina mirovan bîne.

Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (ICJ) roja Pêncşemê daxuyaniyek da û got, “Komara Ereb a Sûriyeyê ji bo dawî li îşkence, kiryarên zalimane, li derveyî mirovahiyê û biçûkxistinê bê anîn, hemû tedbîran werbigire.”

Dadgehê her wiha diyar kir ku ji bo parastina delîlên li ser îşkence, kiryarên zalimane, li dijî mirovahiyê û biçûkxistinê bêne parastin, divê tedbîrên xurt bêne wergirtin.

Biryara dadgehê rojek piştî biryara dadgehên Fransayê hate dayin ku dadgehên Fransayê ji ber êrîşên kîmyewî yên sala 2013’an ên li Sûriyeyê bi sûcdariya tevlîbûna li sûcên li dijî mirovahiyê biryar dan ku Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad bê girtin.

Kanada û Hollandayê ji bo dawî li êşkenceya li girtîgehên li Sûriyeyê bê anîn bang li ICJ’ê kiribûn û diyar kiribûn ku ji bo kesên hatine binçavkirin ‘her roj gelekî girîng e’. Di serlêdanên Kanada û Hollandayê de hatibû ragihandin ku êşkence li Sûriyeyê ‘zêde û mayinde’ ye û hîn jî dewam dike.

Di daxuyaniya hevpar a herdu welatan de bang li Sûriyeyê hatibû kirin ku ji bo sicîla wê ya mafên mirovan hîn bêhtir nebaş nebe tedbîran tavilê werbigire.