Bi bobeneya hefteya Cejna Zimanê Kurdî saziyên hiqûqê yên Wan û Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. OHDê li Amed û Wanê li ber dadgehan xwestin zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê, bibe xwedî statu û zimanê fermî. Di heman demê ne xwestin zimanê Kurdî, ji aliyê hemû sazî û dezgehên hemû dewlet û navdewletî ve, bi taybetî ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve bi awayekî fermî bê nasîn û bikaranîna li hemû qadên civakî û jiyanî ji her milî ve azad û serbest be.
Komelaya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê di çarçoveya şahî û çalakiyên 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li pêşiya Dadgeha Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî bi serenavê “Statuya Kurdî, Perwerdehiya bi Kurdî” hat dayîn. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên OHDê, Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek parêzer tev li bûn.
Metna bi zaravayê Kurmancî endamê Komîsyona Ziman a OHDa Amedê Gulbahar Ateş xwend û metna bi zaravayê Kirmanckî jî endamê Komîsyona Ziman a OHDa Amedê Mehmet Emîn Gokdemîr xwend.
‘Kurdî nirxê herî bingehîn ê Kurdan e’
Gulbahar Ateş diyar kir ku hemû ziman nirxên bingehîn ên mirovahiyê ne û xwedî heman mafan in û wiha got: “Zimanê Kurdî nirxekî herî bingehîn ê Kurdan û mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê; bi awa, rê û rêbazên cur bi cur tunehesibandin, qedexekirin, pişaftin, dorpêçkirin, sînordarkirin û hewldanên helandin û jiholêrakirina zimanê Kurdî sûcekî herî mezin ê li dijî mirovahiyê ye. Ji ber vê rastiyê; divê zimanê kurdî, ji aliyê hemû sazî û dezgehên hemû dewlet û navdewletî ve, bi taybetî ji aliyê Dewleta Tirkiyeyê ve bi awayekî fermî bê nasîn û bikaranîna li hemû qadên civakî û jiyanî ji her milî ve azad û serbest be.”
Daxwazên ji bo Kurdî
Gulbahar Ateş daxwazên ji bo nasîn û statuya Kurdî jî rêz kir û ev yek anîn ziman:
“Li ser vê bingehê; em sazî, dezgeh daxwazên li jêr dikin ku;
1 – Zimanê kurdî bi awayekî fermî bê nasîn û bibe xwedî statu.
2 – Zimanê kurdî ji pêşdibistanan heta zanîngehan bibe zimanê perwerdehiyê.
3 – Navên hemû cih û tiştên ku di rastiya xwe de bi kurdî ne lê wek tirkî hatine guhertin dîsa bibin kurdî.
4 – Hemû astengiyên zagonî û jiyanî yên li pêşiya zimanê kurdî bên rakirin, zimanê kurdî li her derê serbest û azad be.
5 – Ji bo azadî û serbestiya zimanê kurdî ya mayînde statuya kurdan a hiqûqî û siyasî bê qebûlkirin.”
Bang li saziyên Kurdan kir
Gulbahar Ateş da zanîn ku li ser bingeha avakirina civakeke demokratîk, azad û aştiyane ew bang li hemû rayedarên Dewleta Tirkiyeyê dikin û wiha got: “Ev daxwazên herî mirovî hem di qanûna bingehîn û qanûnan de qebûl bike û hem jî wan di kiryarê de bi cîh bîne. Her wiha em bang li hemû tevger, partî, sazî, dezgeh, platform, însîyatîf û derdorên Kurd neteweya kurd û hemû derdorên mirovahîparêz dikin ku; ji bo pêkhatina van daxwazan û ji bo parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî têkoşîna xwe li her derê û li her qadê bilindtir, xurtir û berfirehtir bikin. Van daxwazan di serî de di nava xwe de pêk bînin; zimanê Kurdî bikin zimanê hemû qadên têkoşîn, xebat û jiyana xwe.”
Divê êdî zimanê Kurdî azad bibe
Li aliyê din Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê, Komeleya Vekolîn û Perwerdeya Hiqûqê (DADSAZ) û Komîsyona Zimanê Kurdî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Wanê ji bo balê bikşînin ser perwerdehiya bi zimanê Kurdî û pîrozbahiyên 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, li ber Dadgeha Wanê ya li navçeya Rêya Armûşê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê” hat vekirin. Gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn.
Parêzer Mûstafa Ozoral li ser navê saziyan metna daxuyaniyê xwend. Mûstafa Ozoral bal kişand ser girîngiya zimanê Kurdî û diyar kir ku hemû ziman nirxên bingehîn ên mirovahiyê ne û xwedî heman mafan in. Mûstafa Ozoral da zanîn ku zimanê Kurdî nirxekî herî bingehîn ê kurdan û mirovahiyê ye û wiha got: “Ji ber vê yekê; bi awa, rê û rêbazên cur bi cur tunehesibandin, qedexekirin, pişaftin, dorpêçkirin, sînordarkirin û hewldanên helandin û jiholêrakirina zimanê kurdî sûcekî herî mezin ê li dijî mirovahiyê ye. Ji ber vê rastiyê; divê zimanê kurdî, ji aliyê hemû sazî û dezgehên hemû dewlet û navdewletî ve, bi taybetî ji aliyê Dewleta Tirkiyeyê ve bi awayekî fermî bê nasîn û bikaranîna li hemû qadên civakî û jiyanî ji her milî ve azad û serbest be.”
Divê zimanê Kurdî bê nasîn
Mûstafa Ozoral daxwazên her sê saziyan vegot û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Divê zimanê kurdî bi awayekî fermî bê nasîn û bibe xwedî statu, zimanê kurdî ji pêşdibistanan heta zanîngehan bibe zimanê perwerdehiyê, navên hemû cih û tiştên ku di rastiya xwe de bi kurdî ne lê wek tirkî hatine guhertin dîsa bibin kurdî, hemû astengiyên zagonî û jiyanî yên li pêşiya zimanê kurdî bên rakirin, zimanê kurdî li her derê serbest û azad be, ji bo azadî û serbestiya zimanê kurdî ya mayînde statuya kurdan a hiqûqî û siyasî bê qebûlkirin.”
Mûstafa Ozoral bang li dewlet, partiyên siyasî, sazî û dezgehan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li ser bingeha avakirina civakeke demokratîk, azad û aştiyane; em bang li hemû rayedarên Dewleta Tirkiyeyê dikin ku van daxwazên herî mirovîn hem di makezagon û zagonên xwe de qebûl bike, hem jî wan di kiryarê de bi cîh bîne. Herwiha em bang li hemû tevger, partî, sazî, dezgeh, platform, însîyatîf û derdorên kurd, neteweya kurd û hemû derdorên mirovahîparêz dikin ku; ji bo pêkhatina van daxwazan û ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî têkoşîna xwe li her derê û li her qadê bilindtir, xurtir û berfirehtir bikin û van daxwazan di serî de di nava xwe de pêk bînin; zimanê kurdî bikin zimanê hemû qadên têkoşîn, xebat û jiyana xwe.”