6 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

‘Divê zemîna hiqûqî û siyaseta demokratîk bê avakirin’

Komeleya Lêkolîn û Çavdêriya Koçê ya Mezopotamyayê têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyniyek da û xwest ku ji bo aştî û siyaseta demokratîk zemîna hiqûqî û siyaseta demokratîk were avakirin

Piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a dirokî gelek partiyên siyasî û rêxistinên sivîl piştgiriyê didine. Komeleya Lêkolîn û Şopandina Koçberiyê ya Mezopotamyayê (Goç-Der) têkildarî peyama “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan li avahiya xwe ya li navçeya Yenîşehîra Amedê civîna çapemeniyê li dar xist û rêveberên komeleyê beşdar bûn.

Hevserokê komeleyê Murat Sari daxuyaniya bi Kurdî xwend û Hevseroka komeleyê Medya Alkan jî daxuyaniya bi Tirkî xwend. Murat Sari diyar kir ku hewcehî pê heye bingeha siyaseta demokratîk û huquqî werin bicihanîn.

Di daxuyaniya Komeleya Lêkolîn û Çavdêriya Koçê ya Mezopotamyayê de ev tişt hatin gotin: “Di 27ê Sibata 2025an de daxuyaniya ku ji aliyê rêzdar Abdullah Ocalan ve hate kirin, destnîşan dike ku bi avakirina siyaseta demokratîk û aştiyê re gihîştine qonaxeke dîrokî. Her wiha daxuyaniya rêzdar Abdullah Ocalan, hemû xalên ku hatine behskirin, ji bo bidawîkirina pevçûnên dehan salan û di çarçoveya aşîtîyê de teşedayîn û avakirina pêvajoya hevpar a gelan de bangewaziyeke dîrokî ye. Ji bo pêdiviyên vê bangewaziya ku ji aliyê rêzdar Abdullah Ocalan ve hatiye kirin bi cih werin û derbasî merîyetê bibe, ji bo riya çareseriya aştîyane xurt bibe hewceye şert û merc werin avakirin. Di vê çarçoveye de ji bo rêzdar Abdullah Ocalan rista xwe ya çareseriya di zemîna demokrasi û aştiyê de pêk bîne hewce ye pêdivî bi cih werin. Di vê pêvajoya ku bi bangewaziya wî de dest pê kiriye de dikaribe wekî aktorekî çalak cih bigire pêwîst e pêşiya wî were vekirin. Em wekî Platforma Koçê vê hewldan, ked û fedakariya mûxataban a ku ji bo pêvajo di nav nirxên hiqûqî bi awayekî zelal pêk werin grîng dibînin. Ji bo bersivbûna bangewaziyeke wisa ya dîrokî hewce ye zemînek were avakirin û ji bo demokratîkbûnê guhertinên hiqûqî werin kirin”

Divê bi lezgînî gav bên avêtin

Goç-Derê di berdewamiya daxuyaniya xwe de xwest bi lezgînî gav bên avêjtin û wiha hat gotin: “Ev daxuyanî bêgûman ji bo sed hezaran mirovan kû pêvajoyên pêvçûnê de bi zorê hatine koç kirin û di wan hemê pêvajoyên êş te mecbûr mane axa xwe biterikîn re bûye şewqa heviyê. Yek jî merhaleyên avakirina pêvajoya aşitî û demokrasî bêgûman bi vî bangawaziyî ku rêzdar Abdullah Ocalan despêkiri ye riya vegara gelê kurd ku bi axa xwe re bi têkiliyên xurt girêdayi ye were vekirin. Di vî aliyê de hewceye kû gavên lezgînî wer avêtin.”

Guh bidin vê banga dîrokî

Di dawiya daxuyaniyê de jî Goç-Derê xwest her kes guh bide vê banga dîrokî û wiha hat gotin: “Em wek Komeleya Lêkolîn û Çavdêriya Koçê ya Mezopotamyayê, li ser navê platforma koçberiyê daxwaz dikin ku vê pêvajoya dîrokî de ji bo ava kirina siyaseta demokratîk û aşitiyê wekî hewcedariya pêk anîna mafê mirovan gavên têkildarî pêvajoya werin avêtin. Hewcedariyên siyaseta demokratîk û huquqî werin bi cîh anîn. Ji bo avakirina aşitiyê û pêşeroje kî hevpar her wiha ji bo demoqratîk bûna tirkiyê û pêvajoya aşitiyê neyasteng kirin. Em bang hemû raya giştî û rayadaran dikin ku guh bidin wî bangawaziyê.”