Bi şerê Kendavê yê 1990-91an û vir ve Rojhilata Navîn bûye navenda şerê 3yemîn ê cîhanê. Hêzên hegemon ji bo kûrkirina şer her tiştî dikin. Kurdistana ku bûye navenda vî şerî bi salan e ku êşên giran dikişîne. Di vê pêvajoya heyî de, li cîhanê mêtingerî û zextên faşîzmê zêde dibin. Rojhilata Navîn vedughere gola xwînê. Lê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê bi salan e ji bo parastin û misogerkirina mafên gelê kurd têdikoşe. Bi taybetî jî birêz Ocalan bi guhetina paradîgamaya xwe ji 1999an ve ye di şert û mercên giran ên li Îmraliyê hewil dide çareseriyeke aştiyane û demokratîk pêş bixe. Di sala 1999 û 2009an de wekî niyeta baş xwest komên aştiyê werin Tirkiyeyê. Lê her du kom jî hatin girtin û rastî cezayan hatin. Dîsa bi pêşengiya Ocalan di navbera salên 2013-15an pêvajoyek pêş ket lê ew jî bi serkeftî encam nebû. Herî dawî di necama hin hevdîtinan de di 27ê Sibatê de Rêber Abdullah Ocalan banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir. PKKê jî di navbera 5-7ê Gulnê de Kongreya xwe ya 12mîn pêk anî û biryara xwe fesixkirinê da. Herî dawî di 19ê Hezîranê de bi dîmen Abdullah Ocalan bangeke dîrokî kiribû û di 9ê Tîrmehê de hat weşandin. Piştî banga bi dîmen a Ocalan ku PKKê amadekariya merasîmeke şewitandina çekan kiribû di 11ê Tîrmehê de li Silêmaniyê ev merasîma îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk pêk hat. Yek ji endama Koma Aştiyê ya 1999an Yuksel Genç pirsên me bersivand û ji pêvajoya 1999an heta qonaxa niha nirxand:
- Hûn yek ji endamê Koma Aştiyê ya Yekemîn ku li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 1999an de ji Qendîlê hatî Tirkiyeyê, bi kurtasî dikarî behsa wê pêvajoyê bikî?
Bi rastî sala ku em hatin saleke gelekî kaotîk bû. Li aliyekî Birêz Ocalan dîl hatibû girtin û ew anîbûn Tirkiyeyê, li aliyê din li metrepolên Tirkiyeyê kurd dihatin lînçkirin. Di atmosfereke wiha de milîtanên PKKê armanc dikirin ku çalakiyên radîkal ên tundwar pêk bînin. Lê Birêz Ocalan pêşiya vê yekê girt. Bi rêbazên aştiyane û demokratîk xwest çareseriyekê di meseleya kurd de pêş bixe. Di nav wan şert û mercan de Birêz Abdullah Ocalan wekî nîşaneya samîmiyeta çareseriya bi rêbazên aştiyane û demokratîk nîşan bide, wekî gaveke niyeta baş bang kiribû ku komek gerîla were Tirkiyeyê.
Ev ji bo me wekî fermanekê bû. Gelek gerîlayan xwest ji vê fermanê re bibin bersiv, lê em 8 heval hatin bijartin. Bi çekên xwe em ê bihatana Tirkiyeyê û wekî niyeta baş me yê ragihanda ku pirsgirêka kurd bi rêbazên aştiyane dikare bê çareserkirin.
Ji bo gerîla du şertên çekdanînê hene; yek jê dema ku jiyana xwe ji dest dide ya din jî dema ku têkoşîna wî bi encam dibe. Lê ev reweşeke cuda bû. Dikarim bêjim gelekî zor e ku bi salan li dijî kesên tu li dijî wî şerê çekdarî dimeşînî biçe çeka xwe deyne. Lê belê ji bo gerîlayekî bi fermana Rêberê xwe tevgerîn hem erkeke şoreşgerî ye, hem jî serbilindîyeke.
Di bingeha xwe de em ê di 1ê Îlonê Raja Aştiyê ya Cîhanê de bihatana û me yê ev çalakiya xwe ya aştiyane pêk bianiya. Lê ji ber derdorên ku nedixwestin şer bidawî bibe û ji şer xwe têrdikirin hebûn ev bi derengî ket. Di roja me ya îro de jî em dibînin deroreke ku bi şeran xwe li ser piyan dihêle heye û naxwaze şer bi dawî bibe.
- Piştî Koma Yekemîn, Abdullah Ocalan dîsa bi armaca, “Çareseriya pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk û pêk anîna aştiya civakî” bangek kir û li ser vê bangê di 19 Cotmehê de ji Qendîl û Mexmûrê komeke ji 34 kesan pêk dihat, hat Tirkiyeyê. Ew jî piranî hatin girtin û yên mayî jî ji neçarî şûn ve vegeriyan. Li ser hatina van koman Abdullah Ocalan gotibû “Dibe ku dewlet wateyê nede vê yekê lê ev koman dê me nêzî aştiyê bikin.” Hûn vê çawa dinirxînin?
Komên Aştiyê yên ku hatin li ser daxwaz û banga Birêz Abdullah Ocalan hatin. Armanc ew bû ku hem Tevger hem jî birêz Ocalan ji bo aştiyeke mayînde û demokratîkbûna Tirkiyeyê ew amade ne û nîşaneya niyeta baş û samîmiyetê bû. Her du kom jî ji bo pêşî li pêvajoyê vekin û atmosfera aştiyê xurt bikin hatin. Hatina koma me ya 1emîn di rewşeke gelekî girtî de pêş ket. Rîskên mezin ên ewlehiyê hebûn. Xeta ji Şemzînanê heta Wanê hema bêje ji cîhanê re hatibû girtin. Bi fîlî hema bêje rewşeke awarte hebû. Tenê me li ser çapemeniya ARGKê dikarîbû hatina xwe û rewşa xwe ji der ve re ragihanda. Lê belê koma 2yemîn ji ya me gelekî cuda hat. Koma gerîla bi heqîqeta xwe ya gerîlatî û koma mexmûrê jî bi rastiya xwe ya penaberiyê, bi cil û bergên xwe û bi remzên xwe hatin. Di bingeha xwe de Tirkiyeyê wê demê ev remz qebûl nekir. Yanê ew rastiya serhildêr ya ku xwe di remzên gerîlayan de dida xuyakirin qebûl nekir. Tişta ku wê demê diviyabû Tirkiye kiriba; dîtin û qebûlkirina wê rastî û heqîqetê bû. Li ser wê jî avakirina pêvajoya aştî û yekitiyekê bû. Lê mixabin rewş berovajî bû kom rastî lînçekê hat, endamên komê hatin darizandin, hin ji wan hatin girtin û yên mayî jî neçar man ku şûn ve vegerin cihên xwe. Heke wê demê helwesteke xurt a AKPê hebûya dê ew pêvajo bi ser biketa. Berovajî wê hat asta ku li wê pêvajoyê xwedî dernekeve û pêvajo red kir. Vê yekê bandor li pêvajoya Osolyê jî kir û ew jî bi dawî bû. Tişteke ku bala min kişan, ji pêvajoya 99an heta niha her tim derdora Kemalîs antî propagandaya vê meseleyê kir û îro jî bi heman şêwazî li ser dikê ne.
Koma me ya ku di 99an de hatibû, bi darizandin, krimînîlezekirin û cezakirinê re rû bi rû mabû. Koma duyemîn ku dema hat û dîtin ku rîska girtina wan zêde ye û xwest vegere û bi vê sekna xwe jî dersekê bidin Tirkiyeyê ku bêjin “Şertên hatina gerîla û tevlibûna wan a siyaseta demokratîk bi temînata bingeheke qanûnî pêkan e”. Koma dawî jî qet nehat. Ji rewşa her du komên destpêkê ders derxist. Li şûna ku were bi van kiryaran re rû bi rû bimîne, peyama ji bo bibe parçeyekî vê pêvajoyê, hem di siyasetê de û hem jî wekî nasname ji bo bê nasîn da û misogeriya zogonî û hiqûqî xwest. Helwest û nehatina koma 3yemîn di bingeha xwe de ders derxistina ji piratîk û serpêhatiyên komên beriya xwe ne. Lewma divê Tirkiye jî ji vê helwesta koma 3yemîn dersekê derbixe. Ji bo ku gerîla were siyasetê bike, ji bo dikaribe çareseriyeke siyasî pêş bixe divê Tirkiye jî bingeheke hiqûqî avabike, di xwe de guherînê pêk bîne û hin xitimînên burokratîk derbas bike.
- Ji Cotmeha 2024an ve ye atmesfera siyasî guheriye û di 27ê Sibatê de Rêber Ocalan banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir. PKKê jî di navbera 5-7ê Gulnê de Kongreya xwe ya 12mîn pêk anî û biryara xwe fesixkirinê da. Herî dawî Ocalan bi dîmen bangeke dîrokî weşand û got, “Baweriya min bi hêza aştiya civakî û siyasetê tê, ne bi hêza çekê û ez bang li we dikim ku vê rêgezê bixin meriyetê.” Tu vê pêvajoyê û banga Ocalan çawa dinirxînî?
Ev pêvajo bêguman di Cotmeha 2024an de li ser banga Bahçelî û piştre bi pêşnegî û hilgirtina berpirsyariyeke mezin a Birêz Abdullah Ocalan pêş ket. Ev gavên ku tên avêtin berdewamiya deklarasyona birêz Ocalan a 27ê Sibatê ye ku dertên pêşiya me. Wekî hûn dizanin ew deklarasyon çarçoveya guherîna paradîgma û helwestekê ye. Li gorî wê deklarsyonê jî di 1ê Adarê de PKKê agirbest ragihand, pişt re jî di meha Gulanê de kongreya xwe pêk anî, xwe fesixkir û biryara têkoşîna bêçek ragihand. Parçeyekî vê banga Abdullah Ocalan di rojên borî de me dît ku komeke gerîla hat li quntarên çiyayên Silêmaniyê çekên xwe îmha kirin û şûn ve vegeriya. Ev pêvajoyan didin xuyakirin ku siyaseta kurd, bi pergalî û sîstematîkî çawa vê pêvajoyê bi rêve dibin. Dîsa ev bi me dide xuyakirin ku ew gavên bi wêrek ên bi biryar ku Birêz Abdullah Ocalan diavêje di encama mutabakat û li hevkirina bi dewletê re ye. Li gel vê yekê jî em dizanin ku tiştên ku dewlet bikin jî hene. Heta niha ev pêvajoya yek alî û bi wêrekî ku pêş ket, teqez divê tişta ku dikeve ser milê dewletê bi lezgînî bi cih bîne.
Di 27ê sibatê te Birêz Abdullah Ocalan tenê bang li PKKê nekir. Di heman demê de bang li dewletê kir ku di van polîtîkayên xwe yên sed salî ku tundî û bêhiqûqî û antî demokratîkîbûnê pêş dixe de jî guhertinê pêk bîne. Di vê bangê de em dibînin ku ji dewletê kesên di muzakereyan de cih digirin sozê vê yekê jî dane. Ji lewre jî di çareseriya di pirsgirêka kurd de divê dewlet jî ji bo komareke demokratîk li gorî daxwaz û bendewariyên giştî yên civakî, li gorî demokrasiyê guherîna xwe pêk bîne. Di vî warî de heta niha dewlet û desthilatiyê tu gaveke şênber neavêtiye. Lê pêwîste bi lezgînê berpirsyariyên xwe bînin cih û gavên şênber biavêjin.
- Rêber Abdullah Ocalan di banga xwe de got, “Qonaxa heyî me neçarî derbasbûna gavên nû yên pratîk dike… Ji bo were fêmkirin û li gorî wê dilsozî bê nîşandan, elzem e ku em pêşde biçin.” Vê neçariyê bi kurtasî tu çawa şîrove dike?
Li Rojhilata Navîn serûbiniyek heye. Paradîgmaya xwe ya sedsalî hildiweşîn e. Sazîbûna dewletbûyînê ya sedsalî hildiweşe. Neçar dimîne ku formên nû yên civakî, îdarî û siyasî bipejirîn e. Jiber vê pêvajoya li Rojhilata Navîn a guherîn û veguherînê û hevsengiyên ku pêş dikevin, bi taybetî jî dewletên ku sedsal berê erdnîgariya kurdan li xwe par kirin em dibînin ku ketine nav vê veguherînê. Tam jî di pêvajoyeke wiha ya ku hegemongayaya Rojhilata Navîn diçin dîzayneke nû de, di rewşeke ku li gorî berjewendiyên Rojhilata Navîn hevsengiyên ku têne avakirin de nabe kurd bêpar bimîn e. Kurd jî di vê qonaxê de wekî kirdeyên jeopolîtîk li Rojhilata Navîn ku ji bo careke din kêmasiyên sedsala 20an dubare nebe hewildanên girîng ên Birêz Ocalan hene. Lewma jî ji bo qadeke siyasî û civakî ji kurdan re vebe bi pêşengiya tevgera siyasî ya kurd û Birêz Abdullah Ocalan xebat û hewildanên demokratîzasyona Rojhilata Navîn tên kirin. Tevgera kurd û Birêz Abdullah Ocalan ji bo çareskirina pirsgirêkan û nîşandana vîna çareseriyê vê yekê wekî fersendekê dinirxînin. Lewma jî gelekî qîmet û girîngî tê dayîn.
Heke Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye bi kurdan re xwe nû nekin, neçin demokratîkbûyînekê, pirnasnameyî û qadên azad ên demokratîk pêş nexin dê winda bikin. Lewre dê gelê kurd wekî ku encama têkoşîna ewqas salî û rastiya heyî ya Rojhilata Navîn dê bi derdorên cuda re têkevin nav hevkariyekê û edomkratîzasyona xwe pêş bixe. Gelek nîşaneyên ku kurd ne bêalternatîf e heye. Heke Tirkiye bi kurdan re nekeve nav vê modela çareseriyê, hêzên ku bi kurdan re li hev bikin hene. Maye ku kurd bi hebûna xwe li Rojhilata Navîn dê vê pêvajoyê bi ser bixînin.
- Rêber Abdullah Ocalan di banga xwe de behsa girîngiya rewşa heyî, danîna çekdan bi dildarî û li ser hîmê hiqûqê xebata avakirina komîsyoneke berfireh û erkdar li nava Parlementoya Tirkiyeyê Bi heman awayî “Koma Aştî û Civaka Demokratîk” jî bal kişan ser zamîna hiqûqî. Zemîna hiqûqî çima ewqas girîng e?
Hiqûq ji nasîna we, heta statuya we gelek wateyan dihewîne. Mafên ku di warê hiqûqî de nehatibe misogerkirin tu qîmeta xwe nîn e. Li gel vê me ev jî dît li pêşberî otorîteya Erdogan hiqûq jî car caran hatiye binpêkirin. Dîsa jî rewabûn û nasîneke hiqûqî heye ku tê pajirandin. Ji bo wê jî girîng e. Ya din ji bo ku ev pêvajo bimeşe, gav bêne avêtin, formên jiyanê bên avakirin, çarçoveyeke hiqûqî pêwîst e. Li aliyê din di pêvajoya muzakereyan de nelihevkirineke di navbera aliyan de heke zemîneke hiqûqî nebe dibe ku têk biçe. Her wiha çareseriyeke siyasî ya pirsgirêka kurd ku bingeheke xwe ya hiqûqî nebe dê bi erdê ve biçe. Heke bêçekbûyîna gerîlayan bê xwestin û daxwaza hatina wan a pêşxistina siyaseta demokrarîk bê kirin ji bo wê jî pêwîstî bi bingeheke hiqûqî û zagonî heye.
Ji bo gelê kurd bi nasnameya xwe, bi mafên xwe yên kolektîf, wekî hemwelatiyên azad bên nasîn û pênasekirin, statuyeke zagonî û makezagonî dixwaze. Ji ber vê yekê komisyona meclisê ya ku tê xwestin bi qanûnî were avakirin gelekî girîng e. Ev komisyon jî dê bi misyona xwe ya avakirina mecliseke damezirîner a ji bo bi hev re jiyana gelen a Tirkiyeke nû rabe.
- Bi pêşengiya Abdullah Ocalan û Siyeseta kurd gelo Hêzên Modernîteya Demokratîk dibin xwedî bernameyeke teorîk û dighêjin qonaxeke nû ya stratejîk û taktîkî? Ku Abdullah Ocalan jî balê dikişîne ser vê mijarê.
Jixwe paradîgmaya neteweya demokratîk, civaka demokratîk a birê Ocalan alternatîfeke çareseriyê ye ku pêşkêşî civak û hêzên demokratîk ên Rojhilata Navîn hatiye kirin e. Birêz Ocalan ji 99an ve yek ku li Îmraliyê bi fikir û ramanê xwe yê neteweya demokratîk çarçoveyeke paradîgayî dayê. Di hevdîtinên dawî de girêdana wê ya di warê pratîkî de daye rûniştandin û ev paradîgmayeke girîn û forma jiyanê ya demokrasiya sosyalîzmê ye. Ji lewre jî ev bi awayekî aşkera li pêşberî me disekine. Di bingeha xwe de ev modeleke ku pêşkêşî tevagiya Rojhilata Navîn hatiye kirin e. Birêz Ocalan bi çarçoveya teorîk û pratîkî jiyana stratejîk a Rojhilata Navîn bi modernîteya demokratîk pênase dike. Di heman demê de bawer dike ku dê ev model ji tengaviyên cîhanî re jî bibe bersivek. Ji bo avakirina modernîteya demokratîk û civaka demokratîk jî divê wekî stratejî siyaseta demokratîk bê qebûlkirin. Ji bo vê jî divê azadiya rêxistiniyê bê firehkirin û têkeve bin ewlehiyê. Nasnameyên cûda bên nasîn û rêz ji wan re bê dayîn. Ev vana jî dê li Rojhilata Navanîn guhertineke stratekîk û modeleke alterantîf pêş bixe.
- Komê destnîşan kir ku ji niha û pê ve wê têkoşîna wan a azadî, demokrasî û sosyalîzmê bi rêbazên huqûqî û siyaseta demokratîk û li ser bingeha derkirina yasayên entegrasiyona demokratik dewam bike û got, “Ji bo ev armanc pêk were em îro bi îradeya xwe a azad çekên xwe îmha dikin.” Dê ev çawa pêş bikeve?
Hêzên demokratîk, ên sosyalîst, pêkhateyên civaka demokratîk bi rêxistinî dikarin jiyana nû avabikin. Ev yek jî işaret bi civaka ku dikare xwe bi xwe rêvebirinê dike. Di vir de jî berpirsyariya pêşengiya vê pêvajoyê dikeve ser milên her kesî. Bi taybetî jî berpirsyarî dikeve ser milê civaka sivîl, bawermendên demokratîk, jinan, ciwanan, ekolojîstan, kesên di hesreta demokrasiyê de ne ku bibin pêşengên avakirina vê pêvajoyê.
- Komê bang li hêzên demokrasiyê û enternasyonalîzma sosyalîst kir ku li ser asta gerdûnî bi awayekî çalak tevbigerin û têkoşînê bihêz bikin. Ev hêzana dikarin çi bikin?
Niha bi awayekî çalak pêşengiya vê pêvajoyê gelê kurd û siyaseta kurd dike. Lê di bingeha xwe de berpirsyarî dikeve ser milên kirdeyên derdora û tevgerên demokratîk, sosyalîst û civakparêzên ku li Tirkiyeyê dijîn û pêşengiya vê pêvajoyê bikin. Li aliyê din siyaseta kurd divê li aliyekî divê nîşan bide ku paradîkmaya civaka demokratîk çawa tê avakirin û li aliyê din jî ji bo divê siyaseta kurd di xwe de guherînan pêk bîne. Divê DEM Partî û DPB dakevin qadan bi rêxistinkirî qadeke siyasî ya rêxistinî ava bike. Ji bo wê jî şerte ku partiyên siyasî yên kurd xwe biguherîn e û li ser banga Ocalan ji dermokratîzekirina Tirkiye û Rojhilata Navîn re pêşengiyê bikin.
- Hêviya aştî û azadiyê ya, jin û ciwan, karker û kedkar, hêzên sosyalîst û demokratîk di çi astê de ye?
Bi rastî ji destpêka pêvajoyê û vir ve fikar û nebaweriya gelê kurd zêde ye. Li aliyê din bertekên hestiyarî yên gelê kurd ên li ser deklarasyona 27ê Sibatê jî hebû. Çimkî biryara tevgereke ku heta niha mafên wan parastiye, pişta xwe danê, bawariya xwe pê anîne wekî nebûna ewlehiyekê dinirxandin. Derdoreke zêde bi xwe fesihkirin û bi dawîkirina têkoşîna çekderî xwe di ewlehiyê de nehesibandin. Lê bi pêşveketina pêvajoyê, bi biryardariya birêz Ocalan û gav avêtina tevgera siyasî ya kurd gel jî hêdî hêdî xwe parçeyekî vê pêvajoyê dît. Herî dawî li Silêmanî îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk ji aliyê kurdan ve xwedîderketina li pêvajoyê û bûyîna parçeyekî vê pêvajoyê zêdetir me dît. Yanî qebûlkirina vê pêvajoyê di nav gel de qonaq bi qonax pêş ket. Ligel vana hemûyan jî derdoreke girîng a ku hêj baweriya xwe bi dewlet û desthilatiyê nayne jî heye. Lê dîsa jî li gel hemû aliyan jî gelê kurd bi giştî ji birêz Ocalan, Tevgera Azadiya Kurd, hêza xwe ya siyasî bawerin.
Her wiha derdoreke di nava dewletê de dê ji bo bi serxistina vê pêvajoyê dê zorê bide desthilatiyê, heke aliyên çareseriyê bi hêz be dê AKP neçarî çareseriyê bibe de jî zêdebûnek heye.
Li aliyekî baweriya ku ji tevgera kurd zêde dibe li aliyê din jî nebaweriya bi dewlet û desthilatiyê jî heye. Yanî heta ku gavên şênber neyên avêjtin zehmete ku ev rewş û bewerî biguher e.