7 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Divê Şerîfe Mihemedî were berdan

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AMNESTY) bi daxuyaniyekê bang li Îranê kir ku cezayê darvekirinê yê ji bo Şerîfe Mihemedî xirab bike û bê azad kirin

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AMNESTY) derbarê erêkirina cezayê darvekirinê yê ji bo girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî de daxuyaniyek belav kir. AMNSTY’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ew carek din banga hilweşandina cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî dikin û divê demek ji ya din zûtir were berdan. Hêjayî gotinêye ku Çalakvan û kedkara mafê jinan Şerîfe Mihemedî (45) xelkê bajarê Urmiye ye û li bajarê Reşt niştecihe. Şerîfe Mihemedî di Kanuna 2023yan de bi hêceta ‘Propagandaya dijî dewletê’ kiriye hatibû binçavkirin û di 4ê Tîrmeha 2024an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Piştî wê di 12ê Cotmeha îsal de biryara cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî hatibû xirab kirin. Herî dawî di 13ê Sibatê de carek din cezayê darvekirinê li ser girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî hate pejirandin.