7 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Divê Rojava bê parastin

Siyasetmedar Ahmet Turk geşedanên li Rojhilata Navîn, Sûriye û rewşa kurdan nirxand. Ahmet Turk wiha got: “Gelê kurd dixwaze bi mafên xwe yên herî xwezayî û mirovî bijî. Lê mixabin hem mafên kurdan nas nakin hem jî destûr nadin ku kurd xwe bi rê ve bibin. Lê ev aşkera ye heta ku kurd bi mafê xwe nejîn dê têkoşîna wan jî bi dawî nebe.”

Li Rojhilata Navîn rojane geşedanên girîng diqewimin. Bi taybetî jî hêzên hegemon di çarçoveya berjewendiyên xwe de dixwazin wê ji nû ve saz bikin. Gelê kurd jî bi sedan sal e ku li dijî van polîtîkayan li ber xwe dide û têkoşîna azadiyê dimeşîne. Di vê çarçoveyê de em bi siyasetmedar Ahmet Turk re axivîn. Turk, derbarê geşedanên li Rojhilata Navîn, rewşa Sûriye Rojavayê sedemên êrîşên li ser kurdan, stratejiya ku divê bi pêş bikeve, pirsgirêk û xeteriyên li ser kurdan û herwiha di mijara divê çareserî li ser çi bingehê be pirsên me bersivand û nirxandinên girîng kir. Turk ku zêdetirî 50 sal in di nav siyasetê de ye diyar kir ku; “Dema ku tifaq û yekitiyek hebe dê hêzên derve bide zorê, divê tifaq li ser berjewendiyên gel û civakê di çarçoveya wekheviyê de bi pêş bikeve.” Herwiha Turk wiha diyar kir: “Heta gelê kurd bi mafên xwe yên xwezayî nejî dê têkoşîna wan bi dawî nebe.”

Hûn geşedanên li Rojhilata Navîn çawa dinirxînin?

Em geşedanên ku li Rojhilata Navîn diqewimin ji nêz ve dişopînin. A rast geşedanên heyî encama polîtîkayên oryantalîst ên hêzên hegemon in. Hewl tê dayîn ku di çarçoveya berjewendinyên xwe de Rojhilata Navîn ji nû ve saz bikin. Dê çiqas bi ser bikevin an jî nekevin ew tiştekî din e, lê rastiyeke din jî heye ku gel û civakên li Rojhilata Navîn zû bi zû van polîtîkayan qebûl nakin. Lewre çand û jiyana civakî ya gelan ne li gor van polîtîkayan e. Ew kirasê oryantalîst li civakan nayê. Mixabin israra di van polîtîkayan de jî şer bi pêş dixe û yên ku ji van şeran jî bi bandor dibin dîsa ev civak in. Li aliyekî Rûsya, li aliyê din Ingilîstan, DYA û YE bi wayekî di nav şerê li Rojhilata Navîn de ne û tu aramiyê nadin gelan. Mirov dikare bbiêje ku her tiştî dikin qurbana berjewendiyên xwe.

Hûn bi giştî rewşa Sûriyeyê û bi taybetî jî ya Rojava çawa dibînin?

Em dikarin bibêjin ku şerê di navbera artêşa Sûriyeyê, hikûmeta Sûriyeyê û gelên li Sûriyeyê ku di 15ê adara 2011an de dest pê kir û di nîsana 2011an de li seranserê welêt belav bû heta roja me qet ranewestiyaye. Hema bibêje ev çardeh sal in ku li Sûriyeyê şerek heye û wisa xuya dike ku ev şer dê demeke dirêj jî bi dawî nebe. Mirov nikare şerê li Sûriyeyê jî ji polîtîkayên hêzên hegemon cuda binirxîne. Belê pergala Esed têk çû, dibe ku gelek derdor jê kêfxweş jî bibin, lê belê rastiyeke din jî heye, heke ku rêveberî ne demokratîk be û gel xwe bi rêve nebe, ji aliyê hinek hêzên biyanî ve bê birêvebirin şer û pevçûn teqez dê bidomin. Ev jî vê dide nişan ku pergal dê dest biguhere û her tim zor li ser gel hebe. Wiha xuya dike ku li Sûriyeyê aramiyek dê bi hêsanî bi pêş nekeve. Mînakên wê jî hene; em vê rewşê ji Iraqê û herwiha ji Afganîstan, Pakîstan, Yemen û gelek deverên din jî dizanin.  Lewre bi hişekî serdest civak nikare bê birêvebirin. Heke civak xwe bi rê ve nebe mixabin dê rewşên xeternak bi pêş bikevin.

Mixabin ji sala 2011an û bi taybetî jî ji avakirina pergala Xwerêveberiyên Demokratîk û vir ve ji çeteyên DAIŞê û pergala Sûriyeyê bigire heta Dewleta Tirkiyeyê her tim êrîş birin ser Rojava. Gelek êş û azar bi gelên Rojava re dan jiyîn. Gel bedelên giran da. Lê mixabin mirov nikare bibêje ku xeterî li ser Rojavayê rabûye. Lewre Rojava her tim li bin êrişên serdest û çeteyên ku ji aliyê hinek dewletan ve tên birêvebirin de ye.

Li gor we sedema van êrîşan çi ne?

Dema ku em berê xwe bidin Rojavayê bi zelalî dibînin ku li wê derê pergaleke ku bi rastî jî civakî heye. Anku mirov dikare bibêje ku hemû niştecihên li Rojavayê di rêveberiyê de cihê xwe digirin. Di diyarkirina çarenûsa xwe de xwedî biryar in. Siyaset û polîtîkayên xwe bi hev re diyar dikin. Civak bi awayekî aştiyane û wekhev dijî. Hem xwe bi rê ve dibin hem jî xwe diparêzin. Di wê pergelê de serdestî tune ye. Ji bo gelan a pêwîst ev e. Jixwe li cihekî ku mirov bi nirx û mafên xwe yên bingehîn bijî li wê cihî dê aramî, aştî, demokrasî û wekhevî hebe. Hêviya me hemûyan jî ev e. Lê belê ev pergal desthilatdaran ditirsîne. Ji ber ku ji hemû gelên bindest re dibe hêviya têkoşîna ji bo bidestxistina mafên xwe û diyarkirina çarenûsa xwe. Ev jî nayê hesebên dewlet û desthilatan.

Li vir hûn sedema êrîşên Dewleta Tirk bi çi ve girê didin?

Belê Dewleta Tirk jî vê pergala xwerêveberiya demokratîk naxwaze. Di heman demê de li dijî destketî û statuya kurdan e; li aliyekî ji bo xwe wekî xeteriyekê dibîne, li aliyê din jî tehamulî destketî û statuya kurdan nake; ji ber vê jî armanc dike ku destûr nede statuya kurdan û pergala Rojava ya heyî jî hem bi xwe hem jî bi deste çeteyan ji holê rake.

Li gor tecrûbeyên we pêwîst e siyaseta kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di vê pêvajoyê de stratejiyeke çawa bi pêş bixe?

Li gor min pêwîste siyaseta kurd û rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hem destketiyên xwe biparêze, hem jî bi xebatên diplomatîk hebûn û statuya xwe mîsoger bike. Bi rastî jî xeteriyeke mezin heye. Divê ev baş bê dîtin û li gor wê jî bergiriyek bi pêş bikeve. Em dinihêrin ku hêzên hegemon di çarçoveya berjewendiyên xwe de bi destên HTŞê pergala Sûriyeyê hilweşandin.  Wekî do, îro û sibê jî dê her tim gelê kurd û pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin armanca çete û xêrnexwazên gelan. Dê her tim êrîş bikin û hewl didin ku li ser wê axê aramî û aştî bi pêş nekeve. Lê divê hem rêveberî û hem jî gelên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn her tim hişyar bin, stratejiya xwe bi pêş bixin ku bikaribin ji bo gelan siberojeke azad û aram ava bikin. Ew jî bi diyalog û meşandina xebatên dîplomasiyê pêkan e. Bêguman ji aliyê din ve jî xurtkirina rêxistinbûyîn û hêza cewherî pêwîst e. Ev jî ancax dikare bi avakirina hişmendiyeke giştî ya civakî bigihije armanca xwe. Heke ku civak di nav tifaqekê de be, yekgir be, bi rêxistin be, bi sazî û dezgehên xwe re her tim di nav seferberiyekê de be, bi ruhekî hevpar tev bigere dibe ku bedelên giran jî bên dayîn lê dê pêşerojeke azad jî misoger bibe.

Tifaq û stratejiya ku bi pêş bikeve pêwîste li ser çi bingehê be?

Dema tifaq û yekitiyek hebe dê hêzên derve bide zorê. Tifaq, divê li ser berjewendiyên gel û civakê di çarçoveya wekheviyê de bi pêş bikeve. Beriya her tiştî divê nirxên civakî û mirovî bên parastin. Pergala Rojava ya heyî divê bê parastin û plansaziya pêşerojeke azad û wekhev bi hiqûqeke civakî û exlaqî ya navxweyî bê diyarkirin. Herwiha bi hemû gelên din re dan û stendin bên xurtkirin.

Hûn bi giştî pirsgirêka kurd û xeteriya li ser kurdan çawa dibînin û çawa şîrove dikin?

Belê, me behsa kurdên me yên Rojavayê û xeteriya li ser wan kir. Lê belê di bingeha xwe de bi giştî xeteriyek li ser gelê kurd heye. Li Kurdistanê pirsgirêka kurd ji mêj ve ye heye û heta roja me hatiye. Heke em tenê di çarçaoveya îro de behsa pirsgirêka kurd bikin dê kêm bê şîrovekirin. Lewre divê em hinekî li dîrokê binihêrin.

Em bala xwe didinê ku bi Peymana Qesrê Şîrîn ku di 17ê gulana 1639an de di navbera Împeratoriya Osmanî û Împaratoriya Sefewî de hat îmzekirin, erdnîgariya Kurdistanê bû du parçe. Piştre bi Peymana Sykes-Picot a ku di navbera Ingilîstan û Fransayê de di sala 1916an de hat îmzekirin û ji aliyê Rûsya û Îtalyayê ve hat qebûlkirin, Kurdistan bû çar parçe. Ji ber vê yekê gelê kurd ê ku li erdnîgariya xwe ya parçebûyî û dewletên ku li her parçeyekî (Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiye) desthilatdar bûn rastî pirsgirêkên cidî hatin. Gelê kurd ji aliyê tu dewletan ve weke gel nehat qebûlkirin, herwiha ziman, çand û nasnameya kurdan jî bi tu awayî nehat qebûlkirin. Helbet tu mafên miletekî ku ji nedîtî ve hat, nehat naskirin.

Bi vî rengî kurdan bi salan li dijî dewletên ku li welatê wan ê parçebûyî serdest bûn û ew înkar dikirin têkoşîna xwe ya hebûnê domandin. Herçendî hebûna kurdan bi tekoşîna bi salan hat qebûlkirin jî, destûr nehat dayîn ku wek gel bi nasnameya xwe bijî. Ev rewş ji bo hemû kurdên li çar aliyên Kurdistanê dijîn jî derbasdar e. Yanî mirov dikare bibêje ku bi sedan sal in gelê kurd her tim bi xeteriyê re rû bi rû ye. Xeteriya li ser kurdan ranebûye. Ancax bidestxistina maf, statuya xwe û bi destxistina xwerêrêveberiyê dikare pêşiyê li polîtîkayên xeternak ên hêz û dewletan bigire. Jixwe têkoşîna ku tê dayîn jî ji bo vê yekê ye.

Bi ya we pirsgirêka sereke ya kurdan û sedema têkoşîna wan nasname û rêveberiyê ye?

Yanî pirsgirêkên ku hemû gelê kurd jir rojhilat heta rojava, ji başûr heta bakurê Kurdistanê bi wan re rû bi rû mane, ji wan sedemên ku min behs kir diqewimin. Pirsgirêka sereke yên kurdan û sedema têkoşîna wan ew e ku bi salan e ji bo jiyîna bi hebûn, nasname û bi mafên xwe yên herî xwezayî yên mirovan e. Helbet ev mafê xwerêveberiyê mafê herî xwezayî yê her gelî ye. Kurd jî dixwazin ji mafê xwe yê xwerêveberiyê ku mafê wan ê herî xwezayî ye sûdê werbigirin. Ev maf û daxwazên hemû kurdan e. Naxwe tu xem û kêşeyên wek ‘perçekirin’ û ‘cudakirina’ tu welatekî li cem kurdan nîn in. Pirsgirêka wan tenê ew e ku hebûna xwe bidin qebûlkirin û bi nasnameya xwe bijîn ku mafên xwe yên herî xwezayî bi dest bixin.

Li gor we çareseriyeke çawa dikare dawî li şer û pevçûnên heyî bîne?

Ya rast wekî ku min behs kirî heke hebûna kurdan bê nasîn, kurd bi çand, huner, ziman, wêje, nasnameya xwe bijîn û bikaribin xwe bi rê ve bibin dê dawî li şer û pevçûnan bê. Jixwe şer û têkoşîna kurdan ji bo vê yekê ye. Gelê kurd jî dixwaze ku bi mafên xwe yên herî xwezayî û mirovî bijî. Ev ne tiştekî derasayî ye, pêkan e. Lê mixabin hem mafên kurdan nas nakin hem jî destûr nadin ku kurd xwe bi rêve bibin. Lê ev aşkera ye heta ku kurd bi mafê xwe nejîn dê têkoşîna wan jî bi dawî nebe.

Ahmet Turk kî ye?

Ahmet Turk, di 2yê Tîrmeha 1942yan de li Dêrika Mêrdînê ji dayik dibe. Di sala 1973yan de ji Partiya Demokratê dibe parlamenter, piştre derbasî CHPê dibe. Piştre di SHPê de parlamenteriyê dike û ji ber ku di sala 1988an de  beşdarî Konferansa Kurd a li Parîsê ya der barê Komkujiya Helebceyê bûye di sala 1989an de ji SHPê tê îhrackirin. Di sala 1990î de dibe yek ji avakarê HEPê û ji HEPê heta niha di hemû partiyên kurd ên wekî; DEP, HADEP, DEHAP, DTP, BDP, DBP, HDP û DEMê de bi awayekî çalak siyaset kiriye. Di siyaseta kurd de ji parlamenterî, hevserokatiya partiyê kiriye. Herî dawî jî ji sala 2014an û vir ve bi hilbijartinê wekî hevşaredarê Bajarê Mêrdîn tê bijartin lê her dem qeyûm tayînî ser şaredariyê tê kirin. Herî dawî jî di 4ê mijdara 2024an de qeyûm tayînî şûna wî hat kirin.