Wêjeya derewan xurt e û bi gotinên retorîk xemilandî ye. Siyaseta tecrîd, xespkariya bi qeyum û dagirkeriya bi gotina terorê, rêbaz û çavkaniya hilêkariya vê wêjeyê ne.
Zimanzan, nivîskar û rewşebîrên Kurd, di her firsetê de, li ser pêşxistina zimanê zikmakî radiwestin, lewazî û têkçûna zimanê dayikê vedibêjin. Ev rastiyek e, lê rastî ev bi tenê nine. Ji ber ku wêjeya derewan, sîstema qirkirin û asimilasyonê tenê di ziman de nayê kirin. Qirkirina ziman, kultur, tore û tunekirinê, tenê bi qedexe û asimilasyonê çênabin. Yek, tecrîd rêbazek e, du, qeyumên xespkar rêbazek e, sê û ya herî dijwar jî bombardumanên bi çekên nuklerî ye. Çar, qanunên zincîran… Pênc, dibistanên şevînî û yên normal…, Şeş burokrasî!…
Bi çekên konvansiyon û termonukleer jî erdnîgariya Kurdistanê tê tune dikin.
Erdnigarî qemuşka dîrok û nasnameya civakan e. Ev qemuşk, hem dibe çavkaniya nasnameyê. Hem dibê çavkaniy ziman, a folklore û adetên civakan. Dar bi xwe jî, ji qamuşkê ve dipişkive!.. Eger dar bê qeşartin hişk dibe. Mirov û xweza, Xweda û gerdûn bi hevdîtin ve girêdayî ne!… Eger ev neyê kirin, hewldanên civakî û kolektîf kêm dimînin.
Bi bombardumana çekên termonukler, erdnîgariya Kurd, yanî çavkaniya nasname, çand, wêje, ziman, foloklor û diyalektîka jiyanê tê kuştin. Ji bo ku ev rastî were fêhm kirin, dive em dîrok û teoriya serdemê bidin axaftin. Îmana rewşenbîr û akademîsyenen, bi zemtkirina zimanê dîrok û teoriya serdemê kamil dibe.
Helbet û teqez, dive em zimanê kuştina erdnîgariya Kurdistanê biafirînin. Guman dikim ku ferhenaga Kurdî jî têra sazkirina vî zimanî dike. Eger, zimanê diyalektîka serdemê were zemtkirin û bikaranîn, wê gelek Guernica û gelek destanên gerdûnî derbikevin hole. Zimanê Kurdî, yêk ji zimanê cîhanê ku dikare bibe “epos”a destanan.
Destanê Memê Alan, Zembîlfiroş, versiyonên Şahmaran, Ferhad û Şîrîn, Kawayê Hesinkar, Rustem-î Zal, Siyabend û Xecê, destanê koviyên Mîrê Ezîza û hwd. Di van destanan de govenda jiyanê heye, cîhan jî li pêşberî vê govendê secde dike.
Me dinivîsa beriya vê de behsa feylesofê Elmanî Oswald Spengler kiribû; em hinekî din dewam bikin. Feylesofê Elmanî, behsa hunandina fonksiyonel û organizmeya zindî dike, Ev her du fonksiyon, hev temam dikin û em dibînin ku her du fonksiyon di civaka Kurd de, di nava rewşenbiriya Kurd de zindî ne. Lê fonksiyona dinava revşenbîriya Kurd de, bêkêr e, wek Ibn-î Haldun dibêje, ji “asabiyet”ê dûr e. Asabiyeta ku Ibn-î Haldun behsa wê dike çiye? Organize, yan jî girêdana civak û rewşenbîran e. Eger ev organîzeya ji xelekên cûda ku çavkaniya wan yek e, hev temam nekin, wê qels bimînin û bibe sedema lewazî û zaafiyetan. Serketin jî wê dereng bimîne.
Ziman û teorî, xelekên bingehîn yên serketinê ne. Di cîhanê de rêbaze ku bûye bingeha ansiklopedî û dîroka civakan, lêkolîn û nirxandinên “etnografîk” în.
Balkêş e, em di lehengiya ciwanên ku destanan dinivîsin de “sil” in , bi pîvanên tirsê di helbestên xwe de bi cihdikin. Tirk û rewşenbîrî du tiştên ku dijminê hev in. Dîroka Komara (!) Tirkiyê, zindankirin û kuştina rewşenbîran e. Mînakên wê gelek in, lê dabaş me ne ev e.Jinên Kurd, dîroka serdemên berê di “kilam-stran”an de anîne ziman. Ez behsa stranên dilojarê nakim, behsa stranên destanên “şer” û “cengan” dikim.
(Li jor, me hin destanên gelerî rêz kirin, lê destanên ku jinên Kurd afirandine jî hene. Weke, Derwêşê Evdî. Mîrê Zirav, Elîkê Bate, Ayşana Mihemedê Kurap, Lê Xalo. Kozika Kolanê û hwd.)
Şerê li Kurdistanê 40 sal in dewam dike û wê hê jî dewam bike. Ev şer, “şerê sedsalê” ye û wê di dîrokê de bi vî navî cih bigire. Divê di vî şerî de, cihê rewşenbiriya kurd jî hebe, eger nebê nabe!… Wateya din ya vî şerî îdeolojî ye, modela gelê demokratîk û ekolojîk e!… Ev tez û fîlozofiya serdemê, ji niha de bûye sedema nîqaşên zanistî.
Afirgerê vî tez û fîlozofiyê Abdullah Ocalan e û di tecrîda “mirina reş” de tê girtin. Ev şerma Komara (!) Tirk, a gelê Kurd û tevahiya mirovaniyê ye. Rewşenbiriya Kurd, ev mijara dîrokî hîna jî nekiriye rojeva xwe. Heyf û mixabin!…
Edebiyat, ji destpêka mirovaniyê û heta îro, çeka herî bi bandor ya îdeolojîk e û her dem estetîkê kirine bingeha faigeriya xwe. Kesên di wêje de, romanê, helbestê û hwd, ji tevgerên civakî dûr bigire, li dijî zilma despotik bikarneyînê, “baqe nîskan e”.
Serdema Osmaniyan, ku em vê serdemê baş dizanin, yek mirovê “aqîl”, yek mirovê ku bi hişmendiya “azad” bifikire, ji sinorên “ummet”ê derbikevê, ne hatiye dîtin. Yek kes heye, ew jî Şêx Bedredînê kurê miftiyê Simawna ye. (Ez serdama medreseyên Kurdistanê cûda digirim dest.)
Vêce em dikarin bêjin; zimanê diyalektîka civakên li Kurdistanê û diyalektika di nava rewşenbiriya Kurd e ji hev cûda ne. (!?) Ev, babet û dabaş, divê weke tezeke teybet werê lêkolîn kirin,
Ibn-î Haldun, Spengler, J. J Rouseau, ji bo rêkûpêkî, organize û fonksiyona serketî, ahlak bingeh dibînin. Ahlakê civakan jî, teqez û esseh di perwerdeya edebiyatê de veşartî ye. Edebiyata ji rastiya civaka xwe dûr, ji estetîkê jî dûr e û felc e, lingê wê jî li hewa dimîne. Rewşa îro li Kurdistanê, hêvî û bêhêvîtiyê ye. Paleyên hêviyê jî nivîskar in, rewşenbîr in, siyasetmedar in. Karê sereke jî yê nivîskaran e. Ji ber ku wêjeya welatan, bûye akademiyên siyaseta welatan. Mînak; Akdemiya Frensa, (1635-1637), y Italya -Floransa (1442) û Dibistana Frankfurtê (1923)!… Ev akademî bi giştî bûne çavkaniya xurtkirina ziman û bûne çavkaniya rêkûpêkiya ahlak. Di aliyê sosyolojîk, siyaset, psîkanalîz, estetîk, felsefe û muzikê de kar kirine, Di encamê de bûne sîwanên, raman û hişmendiyê. Di afirgeriya hewngîrî û zindîkirina hişê dîrokî de jî rol lîstîne.
Ez bi rengekî din vebêjim; Ji bo serketina akademi u enstituyên kulturî, ziman, wêje, şanogerî, psîkolojî, siyasî, dîrok, psîkanalîz, felsfe, estetîk, muzîkolojî û hwd, pêwistî bi otorîteyek siyasî heye. Divê ev otorîte têkildarî azadiya nivîskaran nebe, tenê di aliyê fînansal de bibê destek. Ji ber ku akademî û enstitu pêdiviyê bi amurekî weşanê dibîne. Di vî amurê weşanê de, endam, di çarçoveya yek projê de kar nakin, her endam di pîşeyê xwe û pisporiya xwe de kar dike. Ev jî wê hişmendiya rexnekirin û rexnedayinê pêşbixe.
Ji bo vê jî, pêşniyarên konferans û palnsaziyên ji bo pêkaninên rêxistinî, li derveyî welat sudê nadin. Perspektîfên siyasî û layîheyên ji bo siyaseta ziman jî sûdê nadin. Panel û komcivînên li ser ziman, bi taybetî nirxandinên ji bo rêziman, dustur û rêbazên-îşaretan, biwêj –aforîzmeyan wê sudê bidin. Divê di van panêl û komcivînan de mirovên akademisyen, pispor û nivîskar biaxivin. Lê kesên ku di pirtûka li ser rastnivîsa kurdî de, hevoka “ez çûme ser trênê” binivîse, biaxive jî nikare sûde bide guhdaran.
Mînak jî, Enstituya Kurd a Setmbolê ye; ji sedema ku otorîteya nijadperestiya paranoyak ya “turk-î” heye, di 31’ê Kanuna 2016’an de, li gorî kanuna rewşa awarte, bi fermana Wezîrê karên hundir hate girtin. Sucê Enstituya Kurd a Stembolê, nave wê bû, karên li Esntituyê ku ji bo zimanê Kurdî dihate kirin bû.
Mebesta min bi “otorîteya siyasî” ya Kurd e. Ev nebe nabe. Xespkariya bi riya qeyuman jî, ked û karên dibin sîwana şaredariyan de hatin kirin, teva rastî şape û lehiya siyaseta înkar û tunekirinê hatin.
Vêce dimîne, medya li surgunê, nivîsan rojane û wêjeya Kurd, li welat û derveyî welet, çima nebe akademiya siyaseta Kurd û Kurdistaniyan?…
Gotinên me yên li jor, jî di wateya vê cûdatiyê de ne û didine xuya kirin ku “epop”e, gotinên destenên serdemê di derya ferhenga Kurdî de hîna veşartî ne, ne hatine hincan û di derya wêjeya Kurdî de ne hatine bikaranîn. Ziman gelo ne pale mêjî ye? Ji aliyekî ve mêjiya gelê Kurd hatiye dagirkirin, ji aliyê din ve mêjiyê Kurd rabûye ser piyan.
Mêjiyê ku rabûye ser piyan, ji aliyêû dijmin ve bi çekên termo-nukleer ve tê bombarduman kirin.
Divê zimanê Kurdî bibe paleyê rastiyên li Kurdistanê!… Divê em bi bêjing û seradê tava rojê, ronahiya rojê berhevnekin! Rewşebîrên Tirk yên xwedî vîjdan jî dibêjin, di dema Hîtler de jî kiryarên bi vî rengî çênebûne.
Ew rewşenbîrên xwedî vijdan jî, hîna tênegihiştina ku bavê Hitler jî paşayên dewşîrme ne. Nizanin ku dinava zabitên Hitler de mereşalên wekî Zekî û Feyzî derketine holê, lê îdeologên weke Ziya Golap, siyasetmnedarên weke Pirînçîzade Feyzî û Zulkuf derneketine holê.
Divê rewşebiriya Kurd, van rastiyan vebêje û bide fêhmkirin.
Bi gotinek din, nivîsandina pirtukan, mina çêkirina peykeran; peyker tazî ne, lê pirtûk bi rastiya civakê, tevgera û hişemdniya wê civakê, têne bi cilûbergkirin. Ev aqilê Kurd e û dive demildest, ev aqil bikevê nava liv û tevgerê. Pirsa ku bê pirsîn ev e; Gelo kiryarên li erdnigariya Kurdistanê, li Bakur, Başûr û Rojava; qeyumê xespkar, tecrîda di rengê kuştina reş de, bikaranîna çekên termonukleer, armanckirina binesaziyên civakî, tunekirina daristanan, li gorî kîjan hiquqî têne kirin? Gelo hiquqekî ku em niznain heye? Helbet û erê heye, ew jî hiquqa faşşîzma dewşîrmeyan e. Faşîzma dewşrimeyan rê nade aqil, rê nade hişmendiyê. Sîstemên ku rê nedin aqil û hişmendiyê dijmin demokrasî û û hiquq in, dijminê mafên mirovan e.
Bi gotinekê din, ev kiryar encama mêjiyê şîzofrenîk in. Mêjiyê şîzofrenîk, di “sekuler otorite” û “netewparêziya paronayak” de heye. Divê ev nexweşî bi berfîrehî were vegotin, da ku di serê mirovan de were neqîş kirin. Divê çavên rewşenbîr her tiştî, bi taybetî tiştên di kirasên rengîn û reştariyê de têne veşartin bibînin, bêyî ku şematîk bikin binivîsin. Ev çavdêriya serdemê ye û her rewşenbîr û nivîskar mecbur e bibe çavdêrê serdema xwe.
Tê zanîn ku Komara (!) Tirkiyê piştî salên 1925an, li her qada jiyanê zimanê Kurdî, mêjiyê Kurdî kor kirin. Ji bo vê jî edebiyata devkî pêşket, folklore Kurd jî bû mesajên bedenê. Dema ku edebiyat were tunekirin mirov jî dibe
kêzika Kafka!…
Ev mekanîzme û siyaseta ku civakan dike şikeftê ye, yan jî dike koxê. Li Komara (!) Tirkiyê, hem kanun, hem siyaset, hem burokrasî, bi taybetî romî û jenertorên derewan kirin nava tevgerê û xwestin gelê Kurd weke pez bikin govê û derqitkê devê govê jî bigirin.
Divê nivîskar û reşenbiriya Kurd, di radeya embriyonîk de çavên xwe vekin û her kiryarê binivîsin û her karên faşîzan hem deşîfre bikin, hem mahkum bikin.