Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Yuksel Mûtlû, di daxuyaniyek nivîskî de diyar kir ku êrîşa çeteyên DAIŞê ya li ser civaka êzidî di 3yê Tebaxa 2014an de li Şengalê “Weke lekeyek reş di dîroka mirovahiyê de cih girtiye.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku di êrîşa 3yê Tebaxê de zêdetirî 5 hezar êzidî hatine qirkirin, bi hezaran hatine revandin, jin û zarok hatine kolekirin û rastî îşkenceya sîstematîk hatine. Her wiha hate daxuyakirin ku tevî 11 sal derbasbûne jî zêdetirî hezar jin û zarokên êzidî hîn jî winda ne û hate gotin, “Tevî ku ev êrîşên li dijî civaka êzidî ji aliyê hin sazî û dewletên navneteweyî ve weke qirkirin hatibe qebûlkirin jî hê jî îradeyek berfireh û pêbawer ji bo naskirinê di nava raya giştî ya navneteweyî de derneketiye holê.”
DEM Partiyê, destnîşan kir ku Şengal hîn jî di bin xeteriyê de ye û diyar kir ku ew qirkirina li ser civaka êzidî şermezar dikin û li kêleka têkoşîna wan in.
Di daxuyaniyê de, bang li civaka navneteweyî û dewleta Tirkiyeyê hat kirin ku qirkirinê nas bikin, ji bo dîtina windayan tedbîran bigirin û berpirsiyariya azadiya civaka êzidî bigirin ser xwe.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kesên ku jin û zarokan dikin kole, beşek ji şerma dîrokê ne û hat destnîşankirin ku erkê her kesî ye ku dengê edaletê bilind bikin û tevlî berxwedana êzidiyan bibin.