19 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

‘Divê qada navneteweyî li dijî êrîşên Dewleta Tirk bêdeng nemîne’

Şêniyên ji bajarê Sirînê xwestin ku komîteyek ji bo lêkolînkirina rastî û belgekirina sûcên Dewleta Tirk û çeteyên wê were avakirin.

Dewleta Tirk roja sêşemê (28 Çile) li sûka gel a li bajarê Sirînê yê kantona Firatê komkujiyek kir. Di encamê de 12 sivîl şehîd bûn û 13 sivîl birîndar bûn. Şêniyên bajarê Sirînê ji bo şermezarkirina êrîş û komkujiyên Dewleta Tirk li Qada Şehîdan hatin gel hev û daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku armanca Dewleta Tirk ji êrîş û komkujiyan, îradeya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bişikîne, projeya demokratîk a li herêmê têk bibe, planên xwe yên dagirkirinê pêk bîne û DAIŞ careke din vegere herêmê.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrîş û komkujî li dijî peyman û qanûnên navneteweyî ne û wiha hat domandin: “Em pêkhateyên bajarê Sirînê komkujiyên dagirkeran şermezar dikin, sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û ji birîndaran re şîfaya lezgîn hêvî dikin.”

Di daxuyaniyê de bêdengiya civata navneteweyî, saziyên Neteweyên Yekbûyî, saziyên hiqûqî û mirovî û ragihandin hat kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin û ji bo rawestandina komkujiyên Dewleta Tirk bikevin nava tevgerê.

Di daxuyaniyê de banga avakirina komîteyeke ji bo lêkolînkirina komkujiyan û hesabpirsîna ji Dewleta Tirk û çeteyên wê hat kirin û ev peyam hat dayîn: “Ev êrîş û teror îradeya gelê berxwedêr naşikîne, lê belê biryardariya mezinkirina me ya mezinkirina têkoşîn û berxwedan û hevgirtinê zêdetir dike, heta ku armancên şoreşê bigihînin serî û dawî li dagirkerî û terorê pêk bîne.”