Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd di meclisa Tirkiyê de Komîsyona Demokrasî, Xwîşk-Biratî û Hevgirtina Mîllî bi nûnerên saziyan re hevdîtinê dike. Komîsyon civîna xwe ya yekemîn 5ê Tebaxê pêk anî û dest bi xebatê kir. Komîsyon di civîna 5emîn de li dayikên aştiyê û şemiyê guhdarî kir. Dayikên aştiyê xwestin ku di civînê de xwe bi zimanê kurdî îfade bikin lê destûr nedan. Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê têkildarî civîna bi komîsyonê re û nêzikbûna zimanê kurdî li avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) şaxa Amedê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de dayikên aştiyê, endam û rêveberên ÎHDê tev li civînê bûn.
Nezahat Teke bal kişand ser axaftina li meclisê û wiha got: “Me dixwest tevahî dayîk werin vir. Em gelek bi kêfxweşî çûn komîsyonê. Dema em çûn komîsyonê gotin ‘Hûn nikarin bi kurdî biaxivin. Ez dayikeke kurd im. Ez dixwazim bi zimanê xwe biaxivim. Mirovek nikaribe bi kurdî biaxivê dê aştî çawa pêk were. Dema zimanê kurdî were qedexekirin em ê çawa di nava aştiyê de cih bigirin. Ez neçûme dibistanê. Tirkiya min tune ye. Lê dîsa jî nehiştin bi kurdî biaxivim. Eger îro li meclîsê komîsyon hatiye avakirin, şande diçe Îmraliyê divê birêz Abdullah Ocalan jî were meclîsê ji bo aştiyê. Eger di nava pêvajoyê de zimanê min were qedexekirin hebûna min jî tê qedexekirin. Ez jiyaneke bêziman qebûl nakim. Îro di nava meclisê de zimanê me hat qedexekirin. Em li vir dilrast bûn. Divê ev jî dilrast nêzî me bibin. Ez ê çawa çareseriyê ji wan bixwazim. Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî.
‘Divê tevahî girtî û birêz Abdullah Ocalan bên berdan’
Sultan Bozkurt anî ziman ku wan xwest bi kurdî biaxivin. Lê nehiştin û wiha bilêv kir: “Em nikarin bi Kurdî li meclisê biaxivin. Pirsgirêka kurd hêj jî wekî berê ye. Tu çareserî çênebûye. Pirsgirêk pirsgirêka ziman e. Divê dewlet bi hiqûqê bê birêvebirin. Eger wisa nebe em dewleta tirk naxwazin. Birêz Abdullah Ocalan jî bi salan e dibêje em tenê ziman û hebûna xwe dixwazin. Ez nikarim li komîsyonê bi tirkî biaxivin. Lê em neçar man ev jî şerma dewletê ye. Ji 27ê Sibatê heta niha birêz Abdullah Ocalan ji bo aştiyê her tişt kir. Lê hêj ji aliyê dewletê tu gav nahatiye avêtin. Binpêkirina mafê mirovan didome. Gel jî dibêje baweriya me bi dewletê nayê. Divê tevahî girtî û birêz Abdullah Ocalan bên berdan. Gelê kurd ji bo aştiyê amade ye.”
Havva Kiran anî ziman ku divê dayikên aştiyê dema ku Kurdî hat qedexekirin protesto kiribana û ji komîsyonê derketibûna û ev tişt got: “Ji bo ku nebêjin ‘Dayik hatin aştî xerakirin’ me tişteke negot. Her ziman taybet e. zimanê dayikê wekî şîrê dayikê helal û zelal e. Em îro ji bo ziman û çanda xwe dijîn. Eger çand û zimanê gelekî winda bibe, ew gel jî winda dibe. Divê her kes bi kurdî bi malbata xwe re biaxivê. Heta ku serokê gelê Kurd azad nebe gelê Kurd jî azad nabe. Divê malbatên leşkeran jî dest bidin destên me. Kes zarokê xwe ji bo mirine mezin nake. Îro hêj jî zimanê wan zimanê şer e. Dayikên Kurd dema zarokên xwe dispêrin axê ji bo aştiyê diaxivin. Em makezagoneke nû dixwazin. Divê di vê zagona nû de gelê Kurd cih bigire. Em her dem aliyê aştiyê ne. Em jî bo her tiştî amade ne. Çi bikin bila bikin em e li pişt gotina xwe bin. Gelek çavên dayikan vekirî çûn. Lê em dixwazin aştî bê em herin li ser gorên dayikan bibêjin vaye aştî hat hûn dilşad bin. Lê dewlet îro hêj jî zimanê Kurdî qedexe dike. Ji bo aştiyê em li vir in.”