Li her devera cîhanê mafê mirovan ê herî rewa jî tê binpêkirin. Dema niha behsa mafê mirovan tê kirin ji mirov re pir seranser tê. Bi qasî em dizanin gelek peyman û saziyên têkildarî mafên mirovan hene. Lê mixabin bê bandor û bê feyde ne.
Roja Mafê Mirovan a Cîhanê xwedî wateyeke mirovhez û mirovparêz e. Wateya wê ya girîng jî xwedîderketina li mirovahiyê ye. Mirovan pêşî xwe bi rengê klanan rêxistin dikir û diparast. Lê bi destpêkirina civaka çînayetî re ji mafê mirovan zêdetir, mafê desthilatdaran hatiye parastin. Piştî parçekirina civakê weke du çînan mirov rastî zilm û zoreke pir mezin tên û koledarî tê destpêkirin. Di civakên koledar de mafê mirovan ên herî biçûk jî tê binpêkirin û desthilatdarên kujer serweriyê li ser civakê dikin. Di şerên cîhanê yên navendî de bi milyonan mirov hatin kuştin.
Li her devera cîhanê mafê mirovan ê herî rewa jî tê binpêkirin. Dema niha behsa mafê mirovan tê kirin ji mirov re pir seranser tê. Bi qasî em dizanin gelek peyman û saziyên têkildarî mafên mirovan hene. Lê mixabin bê bandor û bê feyde ne. Teqez divê were zanîn ku mafên mirovan tenê bi têkoşîn û xebateke komî dikare bi aramî û ewlehî were jiyîn.
Her kes ji pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin agahdar bûye. Fikir, nêrîn û felsefeya Rêber Apo dermanê herî şîfager e ji derdê civakê re. Teqez pêkanîna wê pêvajoyê jî wê bi têkoşîn û keda mirovahiyê ya berdewamî pêkan bibe. Rêber Apo ji her kesî zêdetir têkoşîn dike. Di ser kar û xebata Rêber Apo re nîv sedsalek bihuriye. Rêbertî hîn jî bi kelecan, coş û hêviyeke pir mezin têkoşîn dike. Hemû heval û hogiran, jinan, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiya pêşverû dawetî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dike. Dibêje, “Parastina civakbûnê parastina mirovahiyê ye.” Ev jî tê wateya yekbûna civakê, parastina wê bi xwe ye.
Civak ji bo xwe biparêze, dawiyê li şer û tundiyê bîne divê xwe birêxistin bike û li her deverê çalak bibe. Weke jin û civak eger em xwe neparêzin, wê tu hêz me neparêze.
Roja Mafên Mirovan a Cîhanê bi wesîleya qebûlkirina Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan a piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn hat qebûlkirin. Lê dema em di roja me de li rewşa mirovatî têde ye dinêrin mirov pir xemgîn dibe.
Ez careke din bibîr dixim û dibêjim, parastina mafên mirovan tenê bi fikir, felsefe û bîrdoziya Rêber Apo dikare were parastin. Divê hemû mirovahî vê rastiyê bibîne, xwedî li têkoşîna Rêber Apo derkeve. Li ser vî esasî ez bang li tevahî jin, ciwan û hemû beşên civakê dikim, werin em hemû bi hevre mil bi mil têkoşîn bikin da ku em mafê xwe biparêzin, têkoşîna xwe berhemdar bikin. Serkeftin wê ya gelên têkoşer û azadîxwaz be.
