Li dijî pergala tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo tê ferzkirin û bêhiqûqiya heyî di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” têkoşîna gelê kurd û dostên wan dewam dike. Bi vê boneyê li gelek navendên girîng ên cîhanê çalakî, konferans û daxuyanî hatin dayîn û li dijî tecrîdê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin. Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê li zindanên dewleta tirk tên girtin bi greva birçîbûnê ya dorveger hate destpêkirin. Ev greva ku li 122 zindanan bi rêve diçe ji gelek aliyan ve xwedî girîngiyek mezin e. Li Amed, Wan, Mêrdîn, Stenbol, Îzmîr, Edene û Mersînê jî di serî de dayikên aştiyê, endamên saziyên civakî û partiyên siyasî bi nobedên edaletê beşdarî pêngavê bûn.
Bêguman girtiyên siyasî di dîroka Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de herdem di ferqa erk û berpirsyariyên xwe de bûne. Dem hatiye li gorî vê hişmendiyê tev geriyane û pêşengî ji pêvajoyan re kirine. Berxwedana greva birçîbûnê ya 14’ê Tîrmeha sala 1982’yan mînaka vê ya herî zêde di hiş û bala mirov de maye. Mîna vê berxwedana dîrokî gelek caran girtiyên siyasî ji pêşengî ji pêvajoyên girîng re kirine. Bêguman di van çalakiyên girtiyên azadiyê de tişta ku herî zêde bala mirov dikşîne tevî ku di bin şertên giran ên faşîzma rejîma AKP/MHP’ê de ne jî tu carî ji têkoşîna azadî û heqiyê gav paş ve navêjin. Ev berxwedana wan a di bin van şertên giran de ji bo gelek kesan dibe çavkaniya herî mezin a moral û têkoşînê.
Desthilata faşîst a dewleta tirk ji bo vê têkoşînê bişkîne û di gel de bêvînbûnê ava bike serî li her rêbazên derqanûnî dide. Zilm û tundiya li ser girtiyan zêde kir û bi kiryarên dermirovî hewil dide îradeya wan bişkîne. Tundiya li ser girtiyên siyasî û binpêkirina mavan ên li zindanên dewleta tirk tevî ku gelek caran ji aliyê saziyên hiqûqî ve hatiye belgekirin jî li hemberî van sûcan heya niha di qada navneteweyî de gavên ber bi çav nehatine avêtin. Ev jî nîşan dide ku dewleta tirk ji vê bêdengiyê ango ji vê toleransa ku hêzên navneteweyî didin wan sûd digirin û sûcan dikin. Tevî hemû van kiryarên dermirovî jî di bin şertên herî zahmet ên faşîzmê de îro em bala xwe didinê girtiyên azadiyê berxwedanek mezin didin meşandin. Ev berxwedan ji bo gelek derdorên cûda xwedî peyamên xurt in. Ya dikeve ser milê me û divê em bikin rast nirxandina vê peyamê ye. Ger hemû kesên ji xwe re dibêje ez mirov im û ez xwedî li nirxên mirovahiyê derdikevin divê li hemberî vê zilma deshilata faşîst xwedî helwest be.
Di vê çarçoveyê de li bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê Nobedên Edaletê hatin despêkirin. Ev nobedên ku piraniya wan dayik pêşengiya wê dikin bêguman xwedî girîngiyek mezin in. Xwedîderketina li van çalakiyan girîng e. Divê bêzanîn ku çalakî mafekî herî bingehîn ê normên demokrasiyê ye. Bi taybet kesên ku mafên wan tên binpêkirin, tundî li wan tê ferzkirin û ji azadiya xwe mahrûm têne hiştîn serî li çalakiyên vî rengî didin. Ji vî aliyê ve ev nobedên ku hatine despêkirin divê mîna çalakiyên klasîk û ji rêzê neyên nirxandin. Ev çalakî beriya hertiştî xwedî derketina li azadî û vîna xwe ye. Divê bê zanîn ku civaka ku ji azadiyê mahrûm hatibe hiştin û îradeya wê hatibe binpêkirin bi tunebûnê re rû bi rû dimînin.
Hemû desthilatên faşîst û dîktator herî zêde ji dengê civakê aciz û ditirsin. Ji bo gel dengê xwe dernexe û li dijî zilmê xwedî li mafê xwe dernekeve jî çi ji destê wan tê dikin. Hemû daxwazên civakê ên demokratîk jî li dijî xwe weke gefekê dibînin û ji bo ev daxwaz pêk neyên, çi ji dest tê jî dike. Em bala xwe didinê îro deshilata faşîst û qirker a AKP/MHP’ê jî li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi heman hişmendiyê tevdigere. Nahêle dengê girtiyên azadiyê derkeve derve û tecrîda li Îmraliyê belavî hemû girtîgehan kiriye.
Îro li seranserê Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê ji ber vê pergala tecrîdê civak di bin zextek giran de ye. Rewşenbîr, hunermend, rojnamevan, hiqûqnas û hêzên demokrasiyê ji bo dawî anîna li vê pergala tecrîdê bang dikin. Ev kesên ku wicdana civakê temsîl dikin naxwazin nirxên hevbeş ên gel bibin qurbana berjewendiyên desthilatê.
Ev têkoşîna ku di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî” hatiye destpêkirin gav bi gav mezin dibe. Divê baş bê zanîn ku serkeftina vê pêngavê ew ê rewşa kambax a li Tirkiyeyê jî bide guhertin. Her kesê ku ji vê pergala qirker û zilimkar acize û doza mafên xwe yê herî bingehîn dike divê piştgiriyê bide vê pêngavê. Ji bo mezinkirina vê têkoşînê jî berxwedana girtiyên azadiyê yên di bin şertên herî zahmet de bi îradeyek mezin têdikoşin ji xwe re mînak bigirin. Sekn û berxwedana gertiyên azadiyê ji bo me bibe îlhama mezinkirina vê pêngavê. Bi vê hêst û baweriyê ger em xwedî li hebûn û mafên xwe derkevin, em dikarin pêşî li vê deshilata qirker û faşîst jî bînin. Gava ewil a têkbirina vê pergalê jî serxistina vê pêngavê ye.